🚨 إعلان هام جداً بشأن إغلاق موقع كورد أونلاين

بعد سنوات طويلة من النشر والتوثيق المستمر لأجل القضية الكردية، نعلن لكم بأسف شديد عن قرارنا بـ إغلاق موقع "كورد أونلاين" نهائياً لأسباب قاهرة. لقد قدمنا آلاف المقالات والآراء وبذلنا جهداً كبيراً طوعياً ودون مقابل لتوثيق الانتهاكات ونشر الثقافة الكردية في الفضاء الرقمي.

📌 تنبيه هام للتواصل: يرجى الاعتماد حصرياً على البريد التالي للتواصل معنا (سواء قبل أو بعد الإغلاق): web.kurdonline@gmail.com
مع ضرورة عدم استخدام البريد القديم (editor@kurdonline.info) لأنه لن يعود قيد الاستخدام نهائياً.

🔄 بخصوص الأرشيف والروابط: سنحاول نقل جزء من هذا الأرشيف للمدونات المجانية (رغم فقدانها لقيمتها في محركات البحث وافتقارها للمواد المرئية)، كما ننوه أن نطاق وموقع وروابط الموقع قد تُحال إلى مشترٍ جديد، ولسنا مسؤولين عن أي استخدام لاحق.

شكراً لكل قارئ رافقنا في هذه المسيرة.. نأسف لكم ونتمنى أن نكون قد تركنا أثراً طيباً.

Arşek Baravî : ERÊ BERFÊ

Arşek Baravî : ERÊ BERFÊ

ERÊ
BERFÊ

Erê
berfê.. tu jî bi hêmenî dibarî.. û li dawî tê rawestî,lê êş û jana dilê min ranaweste,
kevaleke kevnar.. dilê min ji xwe re kiriye landik(dergûş),ew xwe dihejîne..û
ew xwe dilorîne û dilê min bi xilmaşiya wê re kêferatê distirîne.. û pêkoliyê
distirê…

Erê
berfê.. pêlên bayê bêyî araste..azadiya te jî şelû dikin, te ji zozan û çiyayên
mîna te sar.. davêjine germiyan û deştan, te dikin koçer û revend, daku rengê
te li ser xakê.. mîna azadiya min dawerive..bibşive û nenas bibe, ne tu bi
sermê..û ne lawir bi spehîbûna te şad dibin, tenê ez devê xwe ji te re vedikim
.. da ku lapanên te kela jana min hênik bikin, dem gurgîne.. ew rasere, ew min
têşîne, her wekî ku ew durv û rengê te.. li gor dadmendiya xwe.. li gerdûnê
pişkûpar vedike..û çi dadmendiye…!!!

Tu
sarî, tu pûkî, tu sermayî.. lê mîna min tu jî ne rêzgarî,erê kela asîman tu ji
guh xwe avêjtiye,lê gerdûn bi hatina me perwazên şahêyan vedide..ew perwîze,tenê
gelê min.. bazirganiyê bi wê paknivîsa dilê min.. û te dike, ji rastiya min re
dilsare..sersare..guhgirane..û ji te jî ditirse, çiku tu sarî….

Bi
bûyina her tiştî re nehamet dizê û peyda dibe,her ku bi nav salan de diçe ..ew
nehamet(azar) gurîxtir dibe..û  di pey re
xwe bi  kêferatê diguhêre ta ku dibe
serkeftin, ew serkeftin nehametê di bîrgehê de vedişêre û berdewam dike,
çiqandî nehamet bêhtir û mezintir be.. huqandî serkeftin bilind û balatire,îcar
tu jî bibar..û ezê jî despêşkirina(instiyatîva) rastiyê bipexşirînim,tu ji
çarenûsê sûlavên lîlavê re her bijî..û ezê jî ji rastiya yekîtiya çarenûsê gelê
xwe re.. û ji azadiyê re..bibim gorî….

Arşek
Baravî   – Amûdê-  19 / 1 / 2012

 


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top