🚨 إعلان هام جداً بشأن إغلاق موقع كورد أونلاين

بعد سنوات طويلة من النشر والتوثيق المستمر لأجل القضية الكردية، نعلن لكم بأسف شديد عن قرارنا بـ إغلاق موقع "كورد أونلاين" نهائياً لأسباب قاهرة. لقد قدمنا آلاف المقالات والآراء وبذلنا جهداً كبيراً طوعياً ودون مقابل لتوثيق الانتهاكات ونشر الثقافة الكردية في الفضاء الرقمي.

📌 تنبيه هام للتواصل: يرجى الاعتماد حصرياً على البريد التالي للتواصل معنا (سواء قبل أو بعد الإغلاق): web.kurdonline@gmail.com
مع ضرورة عدم استخدام البريد القديم (editor@kurdonline.info) لأنه لن يعود قيد الاستخدام نهائياً.

🔄 بخصوص الأرشيف والروابط: سنحاول نقل جزء من هذا الأرشيف للمدونات المجانية (رغم فقدانها لقيمتها في محركات البحث وافتقارها للمواد المرئية)، كما ننوه أن نطاق وموقع وروابط الموقع قد تُحال إلى مشترٍ جديد، ولسنا مسؤولين عن أي استخدام لاحق.

شكراً لكل قارئ رافقنا في هذه المسيرة.. نأسف لكم ونتمنى أن نكون قد تركنا أثراً طيباً.

Arşek Baravî : MAFÊ WENDA

Arşek Baravî : MAFÊ WENDA

MAFÊ
WENDA..

Her
kes û tiştên ku li ser vê xakê peyda bûne.. xwedîmafin, de îcar her kesek an
tiştek li gor girîngiya xwe di avakirina jiyanê de weke endam.. asta maf jê re
bi sînor dibe,lê maf bi wata xwe a hebûnî ewe ku ne ji para azadiya tişt an
kesên dîtir be.

Weke
ku hatiye naskirin jî.. maf curbecur û rengarengin..mafê jiyan û hebûnê,mafê
xwarin û vexwarinê,mafê xwestin û dozê,mafê kar û xebatê,mafê hevjînkirinê,mafê
lîstinê,mafê xwendinê,mafê hizr û raman û axaftinê.. û ..W..T..D…

Her
weha maf..li gor kevnariya jiyanê û asta qonax û derfet û delîveyên demê û
cîh..pirrin, pîvera maf rêjeyîye,beramberî erk û li gor derfetê..asta maf pê re
rame û bi rêdane…

Çi
tiştê an karê ku ji pîvera erk (bi maf re).. derbas be..ew nemafî an bêmafiye…

Maf
piroja berjewendiyên kesan an komane..û belgenewîste ku piroje kar jê re dibe
da ku pêk têt, tu caran û ji tu kes û cîh û deveran nayê xwestin, çiku maf tête
standin.. an tête kujtin.. an jî tête xwarin.. û ..W..T..D…

Mînak:
-Mafê axaftinê.. ezê tiştê dilê xwe an nerîn û dîtinên xwe ji we re bibêjim, ku
we wergit û hûn qayil bûn(qîma we pê hat).. me li hev kir û ku qîma we pê
nehat..dibe ceng û kêferat,ezê bibêjim û qîma we nayê.. wê çaxê kî xurt be ewê
bi ser keve…

 -Mafê netewî..bi xwastinê hûn nadin, ezê li
gor zanîn û karîna xwe.. jê re kar û xebatê û amadebûnê bikim,bi qasî wê xebat
û amadebûnê zor li we têt,lewra di wê qonaxê de hûn qîma xwe bi min tînin.. û
..W..T..D…

Me
ji çanda raser û desalet û dagêran.. hin teresî di derbarê rasteqîniya maf de
pêk anîne.., dema ku em sînor û tixûbên mafê xwe nas bikin .. wê dilên me tesel
bin, çiku emê karibin berevaniyê di ber de bikin,lê ku em di hişê xwe
de..gelmşa hovîtî û kovîtiyê ava bikin û em rastiyê bi agirê çewtiyê
bişewitînin..wê çaxê ne maf dimîne û ne erk dikare xwe di raweya eşkere de
aşkart bike, çiku dadmendî birîndar dibe .., ezayetî û kêsbazî û regezperestî
mîna nijdevanan.. rastiya dadperweriyê talan dikin.. û zordarî  jî kulînên hevkariya qencî û haştiyê
hildiweşîne û wêran dike….

Emê
hevdû geş bikin û ji hev re xweş bikin.. da ku em hevdû ji rê bibin, behanên kê
ji me xurt bin .. ew dimîne şande û nûner…, bazarvanî li dare, dizî û zordarî
bi tep û rîp û kînê re.. bazara kirrîn û firoştina maf û rasteqînê dikin,sîxor
û kwîsî li lehnê şêran mexel tên, kovî û dirinde jî hêlîn û mexela mêşinan
dagêr dikin..,balo sîxor û kwîsî bi kovî û dirindeyan re hevpeymanin..jiyanê li
hev pişk û par dikin..da ku şêr û mêşinan jê bê par bihîlişînin..û eve serê
werîs, gelo mêşin û şêr bi wilo qayilin..?!!!

Ma
qîma kê bi bindestiya kurtêlxur û nankoran têt..?!

Em
bêhnik û bîstikan ji jiyanê vedidizin.. da ku em çarenûsê xwe bi destê xwe
peyda bikin,lê xwînfiroş(mafiroş) kirasê yekîtiyê zîvar dikin..!!

Em
her û her peyene.., kî li daholê dide em jê re zemawend û dîlanan li dar
dixînin .. weke ku ew govend a meye(em li ber tayê tolikê dîlanê dikin),em
serbûriyên xwe ji bîr dikin..lewra em herdem kujtiyên di ber xelkê dene..û bi
vê dilsojiya me.. me li hev sor û gurîx dikin û em jî ji hev re xurtin.

Nabe
ev yek bêyî lêpirsîn û jêpirsîn derbas be,çiku dîroka me ji tirsa gurmîna nisko
û lêkdanên cengên çewt..deriziye, bila dîsan qelîştokên xaka dîrokê venebin..û
bawerî ji wan ne reve, da ku hêviya pêwendiyên nû li me vegere..û em wan omîdên
xwe ên zindîgorbûyî vejîn bikin.

Arşek
Baravî-Amûdê 6/1/2012


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top