🚨 إعلان هام جداً بشأن إغلاق موقع كورد أونلاين

بعد سنوات طويلة من النشر والتوثيق المستمر لأجل القضية الكردية، نعلن لكم بأسف شديد عن قرارنا بـ إغلاق موقع "كورد أونلاين" نهائياً لأسباب قاهرة. لقد قدمنا آلاف المقالات والآراء وبذلنا جهداً كبيراً طوعياً ودون مقابل لتوثيق الانتهاكات ونشر الثقافة الكردية في الفضاء الرقمي.

📌 تنبيه هام للتواصل: يرجى الاعتماد حصرياً على البريد التالي للتواصل معنا (سواء قبل أو بعد الإغلاق): web.kurdonline@gmail.com
مع ضرورة عدم استخدام البريد القديم (editor@kurdonline.info) لأنه لن يعود قيد الاستخدام نهائياً.

🔄 بخصوص الأرشيف والروابط: سنحاول نقل جزء من هذا الأرشيف للمدونات المجانية (رغم فقدانها لقيمتها في محركات البحث وافتقارها للمواد المرئية)، كما ننوه أن نطاق وموقع وروابط الموقع قد تُحال إلى مشترٍ جديد، ولسنا مسؤولين عن أي استخدام لاحق.

شكراً لكل قارئ رافقنا في هذه المسيرة.. نأسف لكم ونتمنى أن نكون قد تركنا أثراً طيباً.

Arşek Baravî : NABE TU KES LI ÇIRRA ME XÎNE

Arşek Baravî : NABE TU KES LI ÇIRRA ME XÎNE

NABE
TU KES LI ÇIRRA ME XÎNE

Dem
azadîxwaze..buharê tîne çongê, recîm dilerizin,em jî kêmasiyên xwe dişopînin,bi
ximava xwe ..em bêdengiya bîranînê dirikînin.. û gelemşa rasteqîniyê çê dikin…

Girrê
meyî(me ê) zarotiyê li me vedigere.., dasa me hatiye..nabe tu kes li çirra me
xîne, ewê mêraniya poşmaniya me zindîgor bike an jî bikuje…

Tew
hin dibêjin .. biwêja hezkirinê ji hemû biwêjan bêhtir dûbare dibe..naxwa tenê
devokî û nivîskiye.., lê di biwar û rêkeft û bûneyê de.. kîndarî jê bi
hêztire..lewra em herdem ji hev perçene û bêhêzin…

Em
dijberiyê dinimînin.. da ku dimeyê û piçpiç lê dikeve, kurmikên ziyandar jê
dizên û rastiyê qirr dikin…

Ma
erê cenga gotinê di çena leylanê de kat daye..?!

Her
kes li her kesî digere.. bêyî ku li hev bipirsin an ji hev bitirsin…

Gelo
mar diwêre bi tûmikê pûngê re ram û kedî bibe..?

An
jî jinek dikare dîtina xewnên ku mêr nikare bibîne .. pêk werîne..?!!

Seqaqorên
avgîrên genî.. fortan li kenaçe û seqaqoşên deryan dikin, hinasên bêyî
helkehelk jî ji tirs û harbûneke nenas.. peyda dibin.., binefş û gilale kulîlkin..
bi ser avê ketine.. buhara gunehkar ew ji guh xwe avêjtine…

Balindeyên
rengareng li asîmanên me  şevreşkî bûne..
rê winda kirine.., rêberê wan kîne..gelo pinpinîkin..?

Goga
zemînê biçûke..û di navbera du mamikên(tîmanên) periyan de digere.. zîz dibe..
tinaze..,pendan ji qadên cengê distîne,li dora kakilê rokê dizîvire..û bi
givalên têrbaran..gulîstanan hişyar dike.

 Şîleyê gulê hinguv dirêse .., lê em nahêlin
zelal bimîne, em bi kîna xwe şelû dikin da ku em jê şêrîntir bimînin, xwene eve
demûşa nerastiya me..?!!!

Helbestvan..
di navbera  çar dîwaran de.., bi herçar
kejan(demsalan) re û bi şev û rojê re.. bi navê dilîze, ji xweber ve ew bi
helbestan meste û bi ebreya şevengê yara xwe gêj dibe û serxweş dikeve,ji
cewşenê diweste.., diçe ser livîna xewê.., xwe di xewnên wê de vedişêre…

Em
tev de gunehbarin, em di hêstirên leheng û nehengên derewê de nagihêjin, em xêw
û dêwan ji pêjna şevê.. ber bi rojê de vediguhêzin..da roj wan hilfirîne…!!!

Derûn
digirî û firîşte pê (bi wê) dikenin, şerm û fedî hevalin..xwe ji tirsê
vedidizin..û peymanan bi holika qeşmeriya me re dişewitînin…

Agir
hilore..zirleheng talan bûne, xwestekên bi dizîka ji çavên felekê diweşin..,
gastîn, şeqam,kolan.. ji bedewiya kîna me diperpitin.., aso(hesû) ji çirîska
hêviyan re xemsare…

 Em hev tune dikin û li rû hev dikenin, maf û
dijmin û neyar.. ji bîr bûne, doza me.. çand û zarê me..û nasnama me.. bûne
benîştê devê stiranvaneke pûşt..!

Ku
mirin tune be.. emê jiyanê jî pawan(monopol) bikin, çavên me ji dîtina çewtiyên
şakaran avis bûne.., devên me ji şaşî û keçiyan re bûne noşdarên dadmend.. û
lêvên me ji serma zivistana wan ta girtine.. qefilîne.. hew dikarin berevaniya
gotinê bikin, lewra guhdar axaftina berevajî dibihîze…!!!!

Arşek
Baravî-Amûdê  12/12/2011


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top