BILA CEJNA ÇARŞEMÊ LI GELÊ KURD Û BI TAYBETÎ JÎ LI KURDÊN ÊZÎDÎ PîROZ BE…
Îbrahîm GUÇLU
Destpêka meha nîsanê cejna gelê me yê kurdên ezîdî ne. Meha nîsanê li Mezopotamyayê destpêka jîyanê ye. Nûr û bereket wê rojê li Lalêjê dakat ser erdê. Evîndariya însanî û xwezayî wê demê li herêma Kurdên ezîdî şîn bû û bû çandek girîng. Piştî ku li Lalêjê evîndarî û hezkirin, aşitî û dostanî ava bû, li hemû herêma Mezopotamyayê jî ew hêjayiyan belav bûn. MezopotAMya bû herêma jiyanek taybet, jiyanek berhemdar û aşitîxwaz.
Hezar mixabin piştî ku hêzên hegemonîk, emperyal, kolonyal mûdaxaleyî herêmê kirin; bi zorê baweriyên manewî û olî, baweriyên mirovî û îdeolojî enjekteyî herêmên kirin, li Mezopotamyayê evîndarî, aşîtî, hevaltî, dostanî, wekhevî ji holê rabû.
Li Herêma Mezopotamyayê jî kategoriyên serdest û bindest, kedxwar û xwediyê ked, kolonyalîst û kolonîbûn qewimîn. Di navbeyna gelên herêmê de dijitî û şer dest pê kir. Bi taybet jî, miletê kurd çi musilman û çi jî ezîdî, wek miletekî qedîm li Rojhilata Navîn, bû miletek bindest û kolonî.
Miletê kurd ji bona ku azad û serbixwe bibe, dused sal berê li hemberî Împeratoriyên Osmanî û Faris şer kir; di destpêka sedsala 20-an de jî li hemberî çar dewletên kolonyalîst serîhildanên milî li dar xist. Hezar mixabin di vê qonaxê de ji derveyî Başûrê Kurdistanê beşên din yên Kurdistanê azad nîn in, mecbûr in ku di statuya kolonî de jiyana xwe bidomînin.
Lê li hemberî kolonyalîzmê li her beşekî Kurdistanê şerê milî didomîne.
Wek tê zanîn piştî ku li Rojhilata Navîn di nav hemû gelan û gelê kurd de musilmanî bû ola desthilatdar, li ser êzîdıyên Kurd bandorek û neheqiyek mezin dest pê kir.
Lê Êzîdîyên kurd bes li Başûrê Kurdistanê di dema Otonomiya Kurdistanê (1970-1975) û Kurdistana Federe de bi azadî, gelek bi rehetî wezîfeyên xwe yên olî pêk anîn, jiyana xwe ya civakî, folklorî, çandî domandin.
Di vê merheleyê de her kudek û ez jî gelek kêfxweş im ku Serokatî, parlamento, hikûmeta Kurdistanê ew cejna çarşemba serê Nîsanê (18.4.2012) kiriye qanûn û li seransera Kurdistanê wek cejnekê tê pîroz kirin.
Encama ev zagona Desthilatdariya Kurdistanê, Îro jî hemû çanda me ya kevnare li herêma Kurdên êzîdî gelek bi zindî û bi azadî dijîye.
Ji hêjayiyên ezîdîtî re xwedî derketin wezîfekî neteweyî ye û parastina yekîtiya miletê kurd e.
Di hamen qat de di navbeyna kurdên musilman û êzîdî de wekhevî parastin; çanda kurdî dewlementir kirine.
Ez vê cejna gelên arî ya herî qedîm, “êzîdî hîn jî di nav zargotina xwe de weke; roja gera cin, perî û milyaketan, destpêka cimayî, dawetnebiyên pîroz û nûbûna jiyana hemî giyanberên xwezayî diparêzin”, li hemû mirovatî, li gelê kurd û bi taybetî jî li bawermendên kurdên êzîdî pîroz dikim.
Bila Cejna Çarşem a Serê Nîsanê pîroz be!
Amed, 19. 04. 2012
اكتشاف المزيد من Kurd Online
اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.






