🚨 إعلان هام جداً بشأن إغلاق موقع كورد أونلاين

بعد سنوات طويلة من النشر والتوثيق المستمر لأجل القضية الكردية، نعلن لكم بأسف شديد عن قرارنا بـ إغلاق موقع "كورد أونلاين" نهائياً لأسباب قاهرة. لقد قدمنا آلاف المقالات والآراء وبذلنا جهداً كبيراً طوعياً ودون مقابل لتوثيق الانتهاكات ونشر الثقافة الكردية في الفضاء الرقمي.

📌 تنبيه هام للتواصل: يرجى الاعتماد حصرياً على البريد التالي للتواصل معنا (سواء قبل أو بعد الإغلاق): web.kurdonline@gmail.com
مع ضرورة عدم استخدام البريد القديم (editor@kurdonline.info) لأنه لن يعود قيد الاستخدام نهائياً.

🔄 بخصوص الأرشيف والروابط: سنحاول نقل جزء من هذا الأرشيف للمدونات المجانية (رغم فقدانها لقيمتها في محركات البحث وافتقارها للمواد المرئية)، كما ننوه أن نطاق وموقع وروابط الموقع قد تُحال إلى مشترٍ جديد، ولسنا مسؤولين عن أي استخدام لاحق.

شكراً لكل قارئ رافقنا في هذه المسيرة.. نأسف لكم ونتمنى أن نكون قد تركنا أثراً طيباً.

KEK ZULKUF OZEL, EM KÊMASİYA TE HÎS DIKIN Û BÎRA TE DIKIN !

KEK ZULKUF OZEL, EM KÊMASİYA TE HÎS DIKIN Û BÎRA TE DIKIN !

KEK ZULKUF OZEL, EM KÊMASİYA TE HÎS
DIKIN Û BÎRA TE DIKIN !

Hasan ÇAKIR/İbrahim GÜÇLÜ

Kek Zulkuf OZEL, xebatkarekî Doza
Kurdistanê bû. Ew ji bona netewe ya kurd, azad bibe û Kurdistan serbixwe bibe,
di cîwantiya xwe de beşdarî Tevgera Bakurê Kurdistanê bû. Dema ku ew bû mamoste
jî, dev ji xebata xwe ya kurdperwerî bernade. Di nav Tevgera Kurdistanê de bi
her cureyî/awayî xebat meşand; hem ji aliyê hevalên xwe ve û hem jî, ji aliyê
gel de hat hez kirin.

 

Di dema Darbeya Leşkerî ya 12-ê îlona
1980-yî de bi deh hezaran kurdperwer hatin zîndan kirin, eşkence kirin, ceza
kirin. Kek Zulkuf OZEL jî, di bin dîktatoriya leşkerî û faşîst de, ji bona Doza
KÎP/DDKDê êşkencek bêsînor dît. Lê wî di zîndana Amedê ya bi navûdeng de, li
ber xwe da û ji berpirsiyarên dewleta tirk re hîç tiştek negot û hevalên xwe
yên rêxistinî parast û bi ruyekî spî derket dervayî zîndanxaneyê.

 

Piştî zîndanbûna xwe jî, heta roja ji
nav me koç kir û çû ser dilovanıya xwe jî, xebata xwe ya Doza Kurdistanê
meşand. Beriya ku biçe ser diovaniya xwe, ji rewşe Tevgera Bakurê Kurdistanê
xemgîn bû û ji bona pirsên Tevgera Bakurê Kurdistanê çareser bibin, hewil dida.

 

Di heman dem de beriya mirina xwe ji
bona ku zarava kurdî zazakî pêş bikeve, bi gelek hevalên xwe re dest bi xebatekê
kir, ku komeleyekê ava bikin. Gelek kêfxweşiyê ku ew komeleya ava bû û dest bi
xebata xwe kir; rojnameyek bi zazakî weşand.

 

Dîsa beriya ku ji nav me koç bike, me
çend hevalan û Zulkuf Ozel jî difikirî, 
ku partiyek Kurdistanê ava bibe û ji bona vê partiyê xebat bibe. Mizgîn
ji te re Kek Zulkuf, nûha ev xebata partiya Kurdistanê hatiye qonaxek nû. Em te
agahdar dikin.

 

Birayê Hêja Zulkuf OZEL, beriya du salan
(12. 02. 2010), bêwext ji nav koç kir û li pişt xwe valayike mezin çêkir.

 

Em, bi her awayî kêmasiya wî hîs dikin û
bîra wî dikin.

 

Ew, di dilê me de dijiye.

 

Bila serê gelê kurd, malbat û hevalên wî
sax be.

 

Amed, 11. 02. 201

 


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top