Carna …..!!
Carna tê ji min ra bikenî
Û Carna ezê ji te re bikenim
Carna tê ji min xulibibî
Û tuyê bêjî .
Ez ji te heznakim…….. !!
Carna ezê biqherim û dûrkevim
Û bêjim.
Ez ji te heznakim…… !!
Lê emê zanibin di dawîyê de
Em vê hev tucara nabin
Carna tê herî û carna tê vegerî
Carna ezê bifrim û di ezmanan de hindabibim
Carna tê min hemêzkî û maçkî
Û ji min ra bibêjî .
Min ji te hezdikir û ez ji te hezdikim
Û ji te ez ke hezbikim
Ezê carna li ser sîngî te bidagrim
Û carna tê li ser çokê min bidagrî
Carna tê lêvên min ramûsî
Û carna ezê te ramûsim
carna tê bi min ve binêrî
û tuyê bêjî.
Min ço ji te
hezkir?
Carna ezê bi destî te bigrim
Û bêjim.
Ji vê yî te ez ji
kesk din heznakim
Di berbanga sibê de tê rabî
Û bi çavên min ve sêrkî
Û ji lêvên min maça bistînî
Min hemêzkî û gêş bikî
Ezê bi tilîyê destê xwa nav porî te ra bibim
Û ji rûçkên te hezar maç û maç bistînim
Li ser textê te ezê misk û ‘enbera bireşînim
Û tuyê bi xemra mu’eteq min bişoyî
carna ezê te bîrbikim…..!!
û carna tê min ji bîrbikî …..!!
di şevên sar de tê serê xwa dînî ser çokê min
û di nîvê şevê de ezê serê xwa dînim ser sîngê te
carna tê ji min bipirsî û bêjî.
Ez çi ye te me….?
Û ezê bibêjim.
tu horî û xezala min
tu cejn û dîlana min
tu hîv û roja min
tu berbang û sibeyê min
tu rûpel û qelemê min
tu nêrîn û fikrê min
tu yî buxçe û gulên min
tu yî îlhama helbestê min
tu yî bejn û bendê min
tu yî sira dilê min
tu yî saza tembûra min
tu yî bilbilên hedîqa min
tu yî derya û çemên min
tu yî çiya û ezmanê min
tu yî hevala şevê min
tu yî hilal û stêrên min
tu yî bihar û payiza min
tu yî xemra kasê min
tu yî mesîha bîmara min
cark tenê bi me ve binêre
huba xwa ji min ra bêle
misk û ‘enber ji xwa mêle
li berbanga sibê
de wextê gul ji xwa
xûnavan dadiweşînin
ezê bi ramûsên te ji xew rabim
û ezê bêjim.
Ez çi yê te me ?
Û tê ji min ra bêjî.
ezim mehbub û dildarê te
Ez im hêvî û xewnê te
Ez im gul û çiçekên te
Ez im heq û yeqîne te
Ez im sozdar û peyman te
Ez im hebûn û tinebûna te
Ez im xelas û rizgarê te
Ez im pêşmerg û gerilayê te
Ez im şehîdê hubê te
ez im girî û kenê te
Ez im hoste û şagirtê te
Ez im welat û kurdistanê te
Ez im horî û perîyê te
Ez im ça û qehweya te
Ez im av û nanê te
Ez im xec û zîna te
Ez im şêrîn û leyla te
Ez im misk û ‘enberê te
Ez im Zend Efestayê te
dest berde ji nazya xwa
li min keremke lîqayê xwa
û bi min çend mac ji lêvên xwa
memash kurd
اكتشاف المزيد من Kurd Online
اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.






