Nisrîn Ehmed
Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.
Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
xwe disperim siya nêrgizên hewşê.
Nû, cavên xwe ji adarê re vekirne.
bihna wan, bedewiya wan, dêmê te di rewanê min de nîgar dikin.
Nêçîrvanê peyva revok …
wa nîçîrvano…
dîsa torê vede lo!.
Demê rawestîne, sitûnên buhştê hilde, raz û kilîtên evînê bilind bike.
de were …
kavlê dilê min ji dîtina te ve bi buhiştekê dirame.
di kolanên tozgirtî de derbas bibe, da ji nû ve giya û beybûn di keviyan de şîn werin.
tu ne xwiyayî, lê pêjna te tê.
ev sibeh, ne ji rêzê ye …
ciwanya xwe diyarî te kiriye.
9/3/2012

اكتشاف المزيد من Kurd Online
اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.






