🚨 إعلان هام جداً بشأن إغلاق موقع كورد أونلاين

بعد سنوات طويلة من النشر والتوثيق المستمر لأجل القضية الكردية، نعلن لكم بأسف شديد عن قرارنا بـ إغلاق موقع "كورد أونلاين" نهائياً لأسباب قاهرة. لقد قدمنا آلاف المقالات والآراء وبذلنا جهداً كبيراً طوعياً ودون مقابل لتوثيق الانتهاكات ونشر الثقافة الكردية في الفضاء الرقمي.

📌 تنبيه هام للتواصل: يرجى الاعتماد حصرياً على البريد التالي للتواصل معنا (سواء قبل أو بعد الإغلاق): web.kurdonline@gmail.com
مع ضرورة عدم استخدام البريد القديم (editor@kurdonline.info) لأنه لن يعود قيد الاستخدام نهائياً.

🔄 بخصوص الأرشيف والروابط: سنحاول نقل جزء من هذا الأرشيف للمدونات المجانية (رغم فقدانها لقيمتها في محركات البحث وافتقارها للمواد المرئية)، كما ننوه أن نطاق وموقع وروابط الموقع قد تُحال إلى مشترٍ جديد، ولسنا مسؤولين عن أي استخدام لاحق.

شكراً لكل قارئ رافقنا في هذه المسيرة.. نأسف لكم ونتمنى أن نكون قد تركنا أثراً طيباً.

Suriye ber bi kûdêve diçe

Suriye ber bi kûdêve diçe

 

Suriye ber bi kûdêve diçe ?

 

 

 

Shevger 3.6.2012

 

Ev roj ev pirs di serê her mirovekî hemwelatîyê Suriyê de derbas dibê , ev mirov bi çi netawê regezê be, yan bi çi raman û çîna civakî û malbatî be û divê her kesek bilez li xwe vegere ji ber li ser ardê rûdanê nû xwe didine pêsh.

 

Ji hemû xwendevananre diyare û dizanin ku çawa pishtê sherê cîhanê û bi serkeftina dewletên mezin Ferasîya û ingilîzan dikarîbûn li hev bikin pishtî ku imberatorîya Osmanî lawaz û qelis bû, ingilêz û Feransîyan xwest ku di rojhelata navîn de hevparîyekê bikin bo barjawendîyê xwe û wek dewletê konolizim deselatîya xwe li ser wan bimeshînin, wana e vev dewlet dan ber çavên xwe ( Suriye – Lobnan – Ordon – iraq ).

 

Suriye bo ji nesîbê Farensisa ji 1921 heya sherê cîhanê û weku hun tev dizanin ku Feransa bi xwe kete bin dagergirîya dewleta Alamana nazî de û dema sherê cihanê yê duyamîn qedîya careke dî Feransa rizgar dibe û xwe ji nûkave ava dike û xwe vedikishîne ji wan dewletan, mebesta min ji  ( Suriyê ) û Surî di 1946 serxwebûna xwe bi dest dixe lê pishtî çend shoresh û serhildanan li dijî Feransîyan , ji wan shoreshan : shoresha Alawîyan bi rêberîya Salih Al alî , û shoresha çiyayê Diroz bi rêberîya Sultan al atrash,  û shoresha ciyayê kurmên –zawîyê- bi rêberîya ibrahîm Henano yê kurd…wekû dî li hemû deverên din yê sûrî bê dengî hebû û eger jî ewbû ku pir ol û mezheb , yan jî pir kêm netaw li surî hene û her kes li ser teybetmendîya xwe ditirsîya , diwelatê surî de pir reng milet hene mîna : Areb , kurd , Ashurî- seryan – armen – kildan- Dorzî – Sherkes- Turkoman – Alawî û evqas netaw u milet u Ol tevlî vê dewleta ku jê dibên Surî li gur peymana ( Saikes- piko1916) dewleta surî , helbet em kurd ne bi îrada xwe ya azad tevlî Surî bûne û Arebên Surî jî nikarîbûn me bi zorê tevlî xwe bikin, ev tîtê ku bûyê gonehkarîya Feransîyan û ingilîzan bû , dihate xwestin ji Feransîyan ku diyar kiribana di dewleta Surî ya nû teybetmendî û xisûsîyeta van milet u netawan û bi teybet idareke atonomî ji kurdan re dest nîshan bûbana lê Feransîyan ev tisht nekir dise wana armancên xwe hebû bi dorstkirina rewsheke ne aram li van dewletan de bikaribin di her wextekî de sher u nakûkîyan peyde bikin li devera rojhelata navîn û weku hun niha dibînin çawa li iraqê û li Sudanê û li Suriyê û li Lobnanê u li hemî welatan shere û insan tên kurshtin û welat wêran dibin.

 

Pishtî kû Surî rizgar bû ji Feransîyan u serxwebûna xwe bi dest xist, serokê yekemîn kurd bû û heya 10 salekî ji destpê vê dewletê piçek rihetî û aramî peyde dibû, lê mixabin dûvre pir inqîlabê leshgerî çêbûn û sestema dewletê bû bi rengê dektatorî û bi yek reng û yek fikir û ne qebûlkirina netawên din wekû shirîkê deselatîyê û ne qebûlkirina mafê netawan di destûra Suriyê de u xedexekirina her tishtekî ku girêdayê teybetmendîya gelê kurd li Surê wek ( ziman – filklor- zimanê kurdî- navên kurd- ala kurdi-siruda kurd- goherîna navên gundan – anînan 100000 Areb ji deverên  dur bo herêma rojavayê kurdistan de bikaribin cografîya rojavayê kurdistan gigherînin û xelkên Areb pir bikin li devera kurd,wekû dî bi sedan zagonên shofînî meshandin li ser gelê kurd li rojavayê kurdistan wek: standina nasnamê ji 400000 kurdî  de nikaribin Ard u milk u xanîyan bikirin, de nikaribin kar bikin di dezgehê dewletê de, de nikaribin derman bibin di nexweshxanan de, de nikaribin derkevin dervî Surî her wekû di zîndana mirinê de bin, ew kurdên ku nasname jî hebû eynî ev zagon ser wî dihatin meshandin tenê ji ber ku kurde .

 

Em li pirsa xwe ya sereke vegerin : gelo berê Surî bi kûdê ve ye ?

 

60 sal û bihtir kurd xudanê buhara kurdî bûn di Suriyê de, ji 1957 bi damazerandina yekemîn parti 1957 ( Parti Demoqrati kurdistan – Suriye ) bi rêberîya rehmetî Osman Sebrî , partî ev beryar girt ku xebat u tekushinê bike di bin vê selogdanê ( rizagarî û yekbûna kurdistan ) , tê wê wateyê ku gelê kurd li rojavayê kurdistan bi siyasetmedar u rewshenbîr û helbestvanên xwe tev dibihara azadîyê detêkeldarbûn, helbestvanên mîna Cegerxwîn û yosiv  berazî û Tîrêj û Namî û paloû osman sebrî û di gelê qêrîn û dengên van hunermendan mîna Mihemed Shêxo û Aram û Abdo ilanê û Ciwan Haco û Shevger û Hikmet Cemîl û Cemîl Horo Ev tevde tekusherê bihara kurdî bûn , heya ku ew buhar di 12.3.2012 bo serhildan û berxwedanek mezin dijî rêjîma ASSAD , gelê me ew sînorên tirsê shikand u 50 kurd shehîd bûn, lê mixabin Areb ranebûn li dijî rêjîma Assad , bi serde van Areban ji oldarê wan heya bi rewshenbîrên wan tevde digotin kurd veqetandin u parêabûna xaka Surî dixwazin, van kesan li shûn serî bilind bikin dijî rêjîma assad serê ber bi jêr xistin u xwe pîs kirin, bi serde hinek ashîretên Areban zilamê xwe bi çek û silah kirin ku sherê kurdan bikin,

 

Niha ev buhara Arebî peyde bû li nav welatê Araban û weku ku diyar û hishkere bûye ku islamîyan deselat kirin destên xwe de li Tunis û li Lîbîya û va li Misrê jî û her weha diyare wê misilman li Suriyê jî werin ser deselatê , basha wilqas sal ji wêrankirinê û ji dektatorîyetê û çewsandina mafê kêmnetawan gelo ev kêm netaw wê qebûl bikin ku dîse 50 salî dî bikevin bin destê hokomdarîya islamîyan de ?????

 

Helbet em weku kurdên rojavayê kurdistan me dikarîya bilez xwe nêzîkî hev bikin û divê em sipasîya serokatî û hikumeta herêma kurdistan bikin ku wana destê tevgera rojavayê kurdistan girt u 2 konferans li Hawlêrê jimere li darxistin û xwestin ku em bilez ancumeneke kurdî ava bikin, di 16.10.2011 ancumena nishtîmanî kurd li qamishlo hate damazerandin û 15 partiyên kurdi u bihtir ji 20 rêzbendên xurtan jî darbasî navê bûn, em dikarin bêjin ku PYd bi tenya li dervî maya û Pyd ji xwere Ancumenek ava kirîye u xwesteka idara civatî zatî ji bajaran re dixwaze, li ancûmena nishtimanî kurdî li Suriyê xwesteka xwe zelal kir :

  1. Em mafê çaranus dixwazin li suri û La merkezîeta deselatê , û ku kurd shirîk bin u xisûsîyeta kurd weku netawa duyamîn di destûra surî de were tesbît kirin ji ber kurd bi hijmara xwe 17% di Suri de, weku gelekî ku ser xaka xwe ya dîrokî ye,, divê di hêrêma xwe de xudan hokmekî atunomî be yan jî fedralî ,
  2. Beryar girtin ku sestema  dewleta nû bibe *ilmani * shirîkatî û Ol were veqetandinji deselata dewletê u jin mafê xwe wergerê bi temamî di civak u komel u siyasetê de u hemû rengê tûnd û zagon ser rabin.

 

Diyare dûr bûnek û pir nakûkî hene û peywestî bi çaraserîye heye, kêmnetawên di Suriyê de di hundurê vê shoresha Suriyê de pir ser mafê xwe ditirsin, kushtin li ser nasnamê dibe û sherekî navxweyê destpêkirîye û Alawî û islamî bi 10 hezaran ji hev dikujin li doruberê idlib û Homis û Laziqiyê û Hemayê û ew navçe bûye navça mirinê , rêjîma dektaror ya  assad xwe amade dike ku wê deverê vala bike ji insanê wê u wan bajaran xirabike de bikaribe ilana dewleta Alawî bike,

 pishtî van komkujîyan dujminîya Areb Sune u Alawîyan wê bi sedê salan dirêj bike u wê ji bîr nekin jî, ji ber Areb yan ji Sune u shîaa bi hezarên salan serê hev dibirin u jêdikin u ev bûye beshek ji kiltura wa, bawer dikim israîl u heya bi Europa û Emêrîka jî wê alîkarbin ku dewletek Alawî dorst bibel ê ev nej i buna çavê Beshar Assad , ev ji buna miletê Alawî were parastin ji komkojîyî u ji intîqamê, divê Beshar u çi destkujek werin bi dareve kirin u cezayê xwe bixun.

 

Dorstkirina dewleta alawî dibe sebeba parçabûna xaka Suryê , ev parçebûn dikeve feyda kurdan de û divê kurd jî xwe amade bikin bo dewleta xwe Fedral di Suriyê u xwe girêdin bi dewleta fedral ya bashur ve.

Wê berê Surî bikeve sherêkî mezin de u wê bibe mina sudan u Somalê , ji kurdan tê xwestin ku yekîtîya xwe bikin u xwe bi hêz bikin u vê derfeta dîrokî ji destê xwe bernedin

 

Shevger

Sevger57p@gmail.com


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top