🚨 إعلان هام جداً بشأن إغلاق موقع كورد أونلاين

بعد سنوات طويلة من النشر والتوثيق المستمر لأجل القضية الكردية، نعلن لكم بأسف شديد عن قرارنا بـ إغلاق موقع "كورد أونلاين" نهائياً لأسباب قاهرة. لقد قدمنا آلاف المقالات والآراء وبذلنا جهداً كبيراً طوعياً ودون مقابل لتوثيق الانتهاكات ونشر الثقافة الكردية في الفضاء الرقمي.

📌 تنبيه هام للتواصل: يرجى الاعتماد حصرياً على البريد التالي للتواصل معنا (سواء قبل أو بعد الإغلاق): web.kurdonline@gmail.com
مع ضرورة عدم استخدام البريد القديم (editor@kurdonline.info) لأنه لن يعود قيد الاستخدام نهائياً.

🔄 بخصوص الأرشيف والروابط: سنحاول نقل جزء من هذا الأرشيف للمدونات المجانية (رغم فقدانها لقيمتها في محركات البحث وافتقارها للمواد المرئية)، كما ننوه أن نطاق وموقع وروابط الموقع قد تُحال إلى مشترٍ جديد، ولسنا مسؤولين عن أي استخدام لاحق.

شكراً لكل قارئ رافقنا في هذه المسيرة.. نأسف لكم ونتمنى أن نكون قد تركنا أثراً طيباً.

Tev-dem û statuya siyasî û leşkerî

Tev-dem û statuya siyasî û leşkerî

Tev-dem û statuya siyasî û leşkerî di rojavayê Kurdistan de        

Rewşa ku sûrîya îro têre derbasdibe bê goman em wek gelê kurd di vî parcê rojavayê Kurdistan de ji her netewî bihtir pêdivîyê sîstemeka serbixwe ne ku ew sîstem  karibe civaka me bi rêxistin bike û bi rêve bibe…bê goman ti civak di cîhanê de bê desthilat nema ne ji me kurdan pêve , mixabin ev sedê sala ye di gel ku em ser axa bav û kalên xwe dijîn jî lê dîsa jî me ne karîye wî emanetî bi parêzin û hejê hebin ji destên dagîrkeran .

Di vê demê de delîveyek dîrokî ji me kurdan re hatîye tê xwestin    em bi dinan û neynokên xwe pê bigrin û bernedin ,      çimkû her car delîveyek bi vî rengî ti car ji me kurdan re nayê .

 her kes ji dehma xwe de di vê xwe bibînê ber pirsyar da ev keys ji dest me neçê û em ji bin destê van pîxwasan derkevin …şerme ji me re em bihêlin carek din fen û fît li me werin kirin ..ger em vê demê ne xwedî biryar û vîn bin wê tirên cardin ji me derbas bibe û heya em hene emê di bin destê xelkê de bi mînin , wê çaxê  emê bêjin wey gidî me çi bi serê xwe kir, lê mixabin wê çaxê poşmanî wê nema ti sûdê û carê bidê doza me û dîrok û nifşên bên wê me tewanbar û şermezarbikin  ..

ji ber vê giringe tevayî rêxistinên civaka kurd di rojavayê Kurdistan de destek û alîkarîyê bidin hêzên parastina gel û li wan xwedî derkevin , çimku ewin ên ku xwedî biryar û vînin di pirsa gelê xwede û xwedîyên ezmûneyên zengînin di alyê parastinê de , bê goman ewê bibin sîsika avakirina sîstemeka leşkerî ji dema bê re, ka çawe avakirina Encumena jî wê bibe sîstema sîyasî ya xweserîya demoqratî di rojavayê welat de lewra tev-dem ev demeka dirêje vê pirojeyê bi rê ve dibe û gihaye qûnaxeka bilind di gel astengîy û êrîşên ji hawîdor .

ev piroje ji bona tevayî civaka kurde û heya hemû netewên din jî ên bi me re jiyan dikin ew jî xwedîyên vî pirojeyîne û ji wa jî tê xwestin bi erkên xwe rabin û xwe bibînin ber pirsyar di ber avakirina xwesrîya demoqratîk de .

D.mamani

14/6/2012


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top