Evro nîne li vê cîhanê çi yeksan û dadwerî
Zînê hespa sed mixabin bikefte ser pişta kerî
Tirsa min her ji yê nezane , rojekê dar bête dest
Katê ko têr ceh û ka xar , dê şembozbît hemşerî
Bê wîjdan ger bûne serwer , çi av namînin zelal
Ne tenahî ne avahî , ne çi rastî û bawerî
Tawanbar pir qedr û qîmet , çinko yê zengîne ew
Welew ser jîkê xlole , lê Monîka li ber derî
Çi kefte ber devê wî xar , qet nabêjît min Bese
Ha nêzîke dê peqîtin, weyla xolî pêwerî
Qenc û baş mane li paş ew , kes na bêjtê merheba
Ev çi sal û çi zemane, bext û wîjdan helwerî
Millet hosa dê berba bît , ger neçîn li rêka drust
Fayde naken pare û mal , ne xaniyên sed defterî
Sergêr her bi bez û lêdan , dev jî lê bestiye her
Bingêre her dan dixotin , hemiya kir û ew çerî
Ha nêzîke dê av rabît , yê hat ewrê girgirî
Da paqijket van kolana , yên bûyne teqn û herî
Rewişta baş kirdarên çak , çi car to van jibîr neke
Nebin pir bû dujmina hûn , guh neden yê serserî
Ger êk negrin her dê bêjim , careka dî wek berê
Têr û hişk dê pêgve sojin, ber namînît li ser berî.











