Bi helkefta Roja Rojnamegeriya Kurdî ya ku her sal di 22’ê Nîsanê de tê bîranîn, Hevgirtina Civaka Sivîl a Kurdî ragihand ku Hefteya Rojnamegeriya Kurdî dest pê dike, ji bo bîranîna derbasbûna 128 salan ji çapkirina yekem rojnameya kurdî “Kurdistan”.
Di çarçoveya vê hefteyê de, rêzeyek ji çalakî, semîner û civînên gotûbêjê li gelek şaxên hevgirtinê li Ewropa û Rojava dê bêne rêxistin, bi beşdariya rojnamevanan, ronakbîran û çalakvanên civaka sivîl, da ku dîroka rojnamegeriya kurdî û rola wê di avakirina hişmendiya civakî de were xuyang kirin..
Bernameya çalakiyan:
Almanya – Şaxa hevgirtinê li Düsseldorf
Dem: saet 15:00
Dîrok: Yekşem 19.04.2026
Navnîşan: Heyestr 213, 40625 Düsseldorf
Awistirya – Şaxa hevgirtinê li Viyana
Dem: saet 15:00
Dîrok: Şemî 25.04.2026
Navnîşan: Buchengasse 77, 1100 Wien
Rojava – Şaxa hevgirtinê li Qamişlo
Dem: saet 15:00
Dîrok: Çarşem 22.04.2026
Navnîşan: Navenda Komeleya Yekpar ya Çand û Hunerê
Hevgirtina Civaka Sivîl a Kurdî diyar dike ku bîranîna Roja Rojnamegeriya Kurdî bûyerek neteweyî û çandî ya girîng e ji bo rêzgirtina dîroka rojnamegeriya kurdî û pêşengên wê, û ji bo xurtkirina rola medyaya azad û berpirsiyar di bilindkirina hişmendiya civakî, parastina rastiyê û bingehkirina nirxên azadiya gotinê de.
Ofîsa Çand û Ofîsa Çalakiyan
Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî
14 Nîsan 2026
الآراء الواردة في المقالات لا تعكس بالضرورة رأي صحيفة كورد أونلاين
رابط مختصر للمقالة: https://kurd-online.com/?p=85774
مقالات قد تهمك









