السبت, يوليو 27, 2024

نُشر في: 29 مارس، 2024

القسم الثقافي

اتحاد مثقفي روج آفاي كردستان يعلن عن أسماء الفائزين بمسابقة الشعر الكردي

أعلن اتحاد مثقفي روج آفاي كردستان في بيان اليوم الجمعة نتائج الدورة الرابعة لمسابقة الشعر الكردي لفئة الشبيبة، والتي ينظّمها الاتحاد بالتعاون مع جمعية جاني خلف الخيرية.

وبحسب البيان تقدّم للمسابقة 36 شاعراً شاباً من مختلف مناطق روج آفاي كردستان.

وحصلت الشاعرة ديالا علي على الجائزة الأولى عن قصيدتها (Te Tune yeMefer JI ) أو (لا مهرب منك).

وذهبت الجائزة الثانية للشاعرة ميديا بركات عن قصيدتها (Min Tenê Bihêlin li Vî Bajarî) أو (دعوني في هذه المدينة وحدي).

ENCAMNAMEYA PÊŞBIRKA HELBESTA KURDÎ YA CIWANAN A SALA 2024`ê

Di 1`ê meha 1`ê sala 2024ê de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), bo cara çaremîn lidarxistina (Pêşbirka helbesta Kurdî Ya Ciwanan a Sala 2024ê)ragihand û bi awayekî berfireh di rêyên cûrbecur re mercên beşdariya pêşbirkê bo ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Di pêşbirka îsal de, 36 ciwan, hema hema ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn, ji wan 20 jin in û 16 xort in.
36 ciwanên vî welatî ku bîr û bîrdanka wan bi peyv û wate û çêja kurmanciyê hatine strandin. Ciwanên ku giyanê wan bi şîn û şahiyên erdnîgariya Rojavayê re pijiyaye. Ciwanên ku têra xwe ji pêsîra mîrateya çand û wêjeya kurdî, hestên nazik û hevokên bedew û xeyalên bilind mêtine. Van ciwanan 36 helbestên weke ciwaniya xwe bedew û nazik pêkêkşî pêşbirkê kirin. Helbestên hêjayî xewn û xeyalên vî welatî, hêjayî wêje û peyva kurmancî ya resen pêşkêş kirin.
Piştî xwendin û têramandin û hewldanên JÛRIYÊ yên ji dil û can da ku bikaribe helbestirîn helbest ji boyî xelatan hilbijêre û piştî berhevkirina encamên her endamekî jûriyê û nêrînên hevpar û hevbeş di hilbijartinan de, encamnameya pêşbirkê wisa encam da:
Helbesta asta yekem, Mefer ji te tune ye ya Diyala Elî ye.
Helbesta duyem. Beza Ber Bi Azadiyê Ve ya Mîdya Berekat e.
Helbesta sêyem. “Min tenê bihêlin li vî bajarî” ya Sewsen Şêx Bekir e.
Em serkeftin û berdewamiya afirandin û dahênan û gera li asoyên nû û teze û roj li pey rojê gurkirina hestên derbirîna Kurmanciyê û zeftkirina alavên rasteqîne yên xeyal û nîgaşên Kurdiyê ji hemû beşdaran re dixwazin, bi hêviya ku hemû aliyên peywendîdar li ciwanên Kurd xwedî derkevin û hewldanên wan ên nivîsandinê binirxînin û piştgiriya wan bikin-

JÛRÎ ya Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan a sala 2024ê:

Merwa Birîm.
Merwan Berekat.
Stêrê Çelo.
Kemal Necim
Ehmedê Huseynî.

NAVENDA HRRKê-ROJAVA. QAMIŞLO
29.03.2024

شارك هذا الموضوع على