🚨 إعلان هام جداً بشأن إغلاق موقع كورد أونلاين

بعد سنوات طويلة من النشر والتوثيق المستمر لأجل القضية الكردية، نعلن لكم بأسف شديد عن قرارنا بـ إغلاق موقع "كورد أونلاين" نهائياً لأسباب قاهرة. لقد قدمنا آلاف المقالات والآراء وبذلنا جهداً كبيراً طوعياً ودون مقابل لتوثيق الانتهاكات ونشر الثقافة الكردية في الفضاء الرقمي.

📌 تنبيه هام للتواصل: يرجى الاعتماد حصرياً على البريد التالي للتواصل معنا (سواء قبل أو بعد الإغلاق): web.kurdonline@gmail.com
مع ضرورة عدم استخدام البريد القديم (editor@kurdonline.info) لأنه لن يعود قيد الاستخدام نهائياً.

🔄 بخصوص الأرشيف والروابط: سنحاول نقل جزء من هذا الأرشيف للمدونات المجانية (رغم فقدانها لقيمتها في محركات البحث وافتقارها للمواد المرئية)، كما ننوه أن نطاق وموقع وروابط الموقع قد تُحال إلى مشترٍ جديد، ولسنا مسؤولين عن أي استخدام لاحق.

شكراً لكل قارئ رافقنا في هذه المسيرة.. نأسف لكم ونتمنى أن نكون قد تركنا أثراً طيباً.

SFPZK civînek fereh li bajarê Efrînê li darxist

SFPZK civînek fereh li bajarê Efrînê li darxist

Li roja 18.5.2012, bi amadebûna dora 25 nûnerên komîteyên mamosteyên zimanê Kurdî li deverên Çiyayê Kurmênc/Efrînê, ku di çarçewa ”Saziya fêrkirin û parastina zimanê Kurdî li Sûriyê (SFPZK)” de dixebitin, civînek fereh li bajarê Efrînê hat li darxistin.

Civînê bi bêhnikek bêdeng ji bo rûmetkirina xwîna qurbaniyên azadiyê dest pê bû.

Pişt re, rewşa tevahî ya karê saziyê ji hêla berpirsyarê saziyê û komîta navçê û nûnerên mamosteyan de hat nasandin û nirxandin.

Hat nasîn, ku li dîroka roja civînê, dora 20 komikên fêrkirinê li dar in, û 119 şagirt tê de dixwînin, û di paşerojê de dê gelek komik û korsên din jî werin vekirin.

Tiştê balkêş ew bû, ku hejmareke baş ji keçikên mamoste li civînê amade bûn, û cihê xwe di komîta nû ya navçê de jî girtin. Nêrîn û pêşniyar ew bû, ku li paşerojê, jin û keçik serkêşiya karê fêrkirin û parastina zimanê xwe bikin û her kesk ji hundur mala xwe de dest pê bike.

Mamosteyan li xwe girtin ku bareyek ji bo fêrkirina zimên bi navê ((Hawara Zimanê Kurdî)) di navbera serê meha Tîrmehê û dawiya Tebaxê de were destpêkirin.

Biryar hat girtin jî ku komikên mamosteyan li her deverkê û gundekî werin avakirin. Dirûşm wiha bû: ” li her gundekî mamostak, û li her gund û taxekê maleke zimên”.

Ji bo xercî û diraviyê jî mamosteyan tibabeke mehane ye biçûk li xwe girtin.

Li dawiyê komîtek rêvebir ji mamosteyên keç û xort, ji bo lisazxistina karê saziyê li navça Ç. Kurmênc re hat vebjartin.

Li dawiyê, civîn bi sozê xebata ji bo parastina zimanê Kurdî yê şêrîn û giranbiha bidawî bû.

Sazkarê komîteya (SFPZK) li Ç.Kurmênc/Efrîn…

Rozad Elî…

Efrîn.. 20.5.2012


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top