Herêma me di kele
salek û çar meh ser şoreşa sûrî re derbasbûn , bê ku ti çareserî xuyabike û encam jê bêne girtin , serperiştiya Kofî Enan jî berû têkçûnê ve diçe û hê hin alî dixwazin delîveyeka din bidin Beşar da hê bihtir gelê sûrî bikuje .
heya neha herêma me di aramiyekî deye , lê xuya ye ev aramî namînê heya dawî , her hin peşkên pêlên dijwar wê xwe bighînin devera me û ziyanê li me jî bikin .
diyare êdî ev aramî û ewlekariya Gund û Bajarê me tê de li hin alîyan nexweş tê û vê yekê qet napejrênin û hewildidin herêma me jî têxin nav agirekî de û pîlana wan jî destpêkir ye .ez na bêjim wê çibibe dema ev pîlan herê serî û şer di nav me de jî pêbikeve ..ji ber her yek ji me vê dizanê ..lê gelo çiqasî em ji rewşeka weha re amadene ..? çiqasî me kurda ji bo parastina Gund û Bajara xwe perwerdekir ye û amadekir ye ..?
gelo yekîneyên parastina gel /ypg/ bi tena xwe têra rewşeka hewqas aloz û giran û tevlîhev dikin ..? di baweriya min de , ger em tev destê xwe nedin hev û hêza xwe ser hev kom nekin emê nikaribin di vê dema çarenosî de berevaniya xwe bikin ..em kurd pêdivîyê hêzên parastinê ne ji hemû beşê civaka me ..ji her kesî tê xwestin bê dudilî xwe bighînê refên yekîneyên parastinê bê li şûn xwe binêre û bêje ez hevalê filan partiyê me ,çi karê min bi parastinê ketî ye heya ez tevlê bibim ..na , ev ne raste em tev di ber de ber pirsyarin û divê her yek ji me bi erkê xwe rabe û ev welat ne yê alîkî yan partîkî tenê ye ..yê me teva ye emê bi hev re bervaniyê di ber de bikin û rê nedin ti hêzan derbasî xaka me bibin ..ev delîveyeka dîrokî ye giringe bi hemû derftetên xwe em ne hêlin ji dest me herê …
11/7/2012
Dewran mamanî
ِ
اكتشاف المزيد من Kurd Online
اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.






