Dr. Qasimlo: Serokekî Milî û Demokrasîya Civakî…
Îbrahîm GÛÇLÛ
Dr. Qasimlo, beriya vê 23 salan, ji
aliyê dewleta kolonyalîst ya Îranê de, li derveyî welêt, li ser maseya
aşitiyê, di 13ê Tirmeh a 1989-an de hat kûştin. Hiç şik tûne ye ku piştî
Dr. Qasimlo hat kûştin, Tevgera Rohilata Kurdistanê darbeyek mezin xwar
û li tevayî Kurdistanê ji bona Tevgera Kurdistanê valahiyek girîng
çêbû.
Divê Dr. Qasimlo û serokên din yên Kurdistanê nayên bîr kirin. Her dem bên bîranîn û û ceribandina wan jî bê îstifade kirin.
Dr. Qasimlo her dem di dilê miletê kurd de dijiyê û xwediyê ciyekî girîng e.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo piştî îdamkirina Qazî Mihemed, serokekî bi navûdeng ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) ye.
Di
sala 1979an de dema ku li Îranê desthilatdariya siyasî bi rêya “şoreşê”
hate guhertin, PDK-Îranê, Komeleya Zehmetkêşan û Şêx Îzeddîn Huseynî û
tevayî muxalefeta Kurdistanê bûn desthilatdar.
Di
Tebaxa 1979an de dema ku dewleta Farisan li hemberî kurdan û Kurdistanê
şer îlan kirin, li Kurdistanê serok û rêxistinên Kurdistanê mecbur bûn ku gelê xwe û Kurdistanê biparêzin.
Kurtejiyana Wî
Gelek
serkanî û bi taybetî jî serkanîyên PDKa Îranê dîyar dikin ku Dr.
Ebdulrehman Qasimlo di 22. 12. 1930an de li bajarê Urmiyeyê hatiye
dinyayê. Malbata wî dewlemend û xudanmilk bû. Ew lawê Mihemed Axayê
Wisuq bû. Wî li Urmiyeyê dest bi xwendina xwe ya destpêkî û navînî kir û
pişt re jî li Tehranê dewam kir û li wê bi dawî anî.
Dema ku ew hîn di 11-12 saliya xwe de bûye, ji kurdîtî re eleqe nîşan dide.
Di
pêvajoya Şerê Cîhanî yê Duyemîn de, di sala 1941an de Îngiltere û DYAyê
başûrê Îranê, Yekîtîya Sovyetê jî bakûrê wê dagir kiribûn. PDK a Îranê jî, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî hate damezirandin.
Dr.
Qasimlo dema ku bû 15 salî, di sala 1945an de li Urmiyeyê bi avakirina
“Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê” dest bi siyaseta xwe ya aktîf
dike. Dema ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava dibe, ew berpirsiyarekî
tevger û rêxistina ciwanan e. Ji bona vê jî damezirandina Komara
Kurdistanê ji nêzik de dişopîne, hîs dike.
Dema
ku avabûna Komarê tête îlankirin, ew jî ji bona xwendinê diçe Tehranê.
Piştî ku li Tehranê xwendina xwe xelas dike, ji bo dewamkirina xwendinê,
diçe Parîsê.
Piştî
ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi hevkariya hêzên rojava û xiyaneta
Yekîtiyê Sovyetê têkçû, ew û gelek hevalên xwe bi rengekî nihênî û
berfireh dîsa dest bi xebata siyasî dikin. Pişt re ew dibe endamê PDK a
Îranê.
Dr. Qasimlo li Parîs û Pragê
Dr. Qasimlo pêşî diçe Parîsê. Li Parîsê ew û
hevalên wî, hemû xwendevanên Îranê yên li Fransayê tevgereke protesto û
rûreşkirinê organîze dikin, civîneke kutlewî û girseyî pêk diînin. Dr
Qasimlo di wê civînê de li dijî rejîma Şahê Îranê axevtineke gelek
dûrûdirêj dike. Di civînê de biryar tê girtin ku nameyeke rûreşkirin û
protestokirinê amade bikin, vê nameyê ji Şah re bişînin. Ev çalakî û
xebat dibe sedem ku rejîma kolonyalîst, faşîst, dîktator bi rêya
balyozxaneya xwe zorê li ser Dr. Qasimlo çêke û jiyana wî bixin
xeteriyê.
Dema
ku Dr. Qasimlo vê yekê tespît dike, her çiqas wek yekem bursiyerê Îranê
yê “Yekîtiya Navneteweyî ya Xwendevanan” be jî, dev ji Parîsê ber dide
diçe Prag a payîtexta Çekoslovakyayê dibe rûniştvan.
Dr. Qasimlo beriya ku biçe Pragê, ew û çend xwendevanên kurd, “Civata Xwendevanên Kurd li Awrupayê” ava dikin.
Dr.
Qasimlo dema ku li Pragê dest bi xwendina xwe dike, di heman demê de
dibe endamê “Yekîtiya Xwendevanên Navneteweyî” û di nav yekîtiya
navneteweyî de xebata xwe ya demokratîk, kurdayetî, enternasyonalî
dimeşîne.
Dr.
Qasimlo di sala 1951an de li Pragê di kongreya 2emîn a “Yekîtiya
Xwendavanên Navneteweyî” de dibe nûnerê xwendevanên Îranî di nav
rêxistina navneteweyî de. Ew wek nûnerê xwendavanên Îranê li gelek
civîn, konferansên Federasyona Ciwanên Navneteweyî de beşdar dibe,
bîrûrayên xwe tîne ser zimên.
Vegera Wî ya Îranê
Dema
ku di sala 1952an de Hikumeta Dr. Musadiq desthilatdar dibe, Dr.
Qasimlo jî Zanîngeha Pragê diqedîne û lîsansa zanistîya civakî û sîyasî
werdigre û vedigere Îranê. Li Tehranê bi cî dibe. Wê demê di navbeyna
PDKa Îranê û TUDEHê de yekîtiyek heye. Dr. Qasimlo piştî şeş mehan vedigere Mehabadê û beşdarî xebata PDKa Îranê dibe.
Piştî
ku li hemberî hikumeta Dr. Musadiq darbeya leşkerî pêk tê, Dr. Qasimlo
mecbur dibe ku xwe veşêre û jiyana xwe ya siyasî û rêxistinî bi tevayî
nihênî bimeşîne. Wê demê li Kurdistanê û li Tehranê bi aktîfî beşdarî
xebata PDKa Îranê dibe.
Vegera wî ya Îraqê
Dr.
Qasimlo piştî pênc salan, di sala 1957an de dîsa vedigere
Çekoslovakyayê. Di sala 1958an de dema ku li Îraqê guhertina
desthilatdarî dibe û Tevgera
Kurdistanê ji nû ve radibe ser piya û xurt dibe; PDKa Îraqê legal dibe û
Mela Mistefa Berzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê vedigerin Îraqê,
Dr. Qasimlo û çend hevalên wî jî vedigerin Îraqê, dixwazin ku li
rojhelata Kurdistanê û li Îranê rêxistina tevgerê bikin û ji nû ve
bivejînin.
Cardin Vegera Wî ya ji bo Pragê
Lê Dr. Qasimlo
mecbur dibe ku vegere Pragê. Ew, di sala 1962an de li Zanîngeha Pragê
doktoraya zanîstiya aborî digre û heta sala 1969an li Zanîngeha Pragê
dersa aboriya sermayedarî, aboriya sosyalîstî dide. Di van şertan de Dr. Qasimlo çend pirtûkan jî dinivîsîne. Pirtûka wî ya bi navûdeng, “Kurdistan û Kurd” e. Beşekî vê pirtûkê, li Tirkiyeyê jî hatîye çapkirin.
Dr. Qasimlo û Xêza Yekîtiya Sovyetê
Dr.
Qasimlo demokratekî civakî bû. Di destpêkê de nêzîkê rêjim û îdeolojiya
Yekîtiya Sovyetê bû. Lê dema ku Yekîtiya Sovyetê di sala 1968an de
vekirî êrişî Çekoslovakyayê kir û Çekoslovakya dagîr kir, li
Çekoslovakyayê di bin serokatiya Dubçekî de tevgereke li dijî
dagirkeriyê, Tevgera Biharê hat damezirandin, Dr. Qasimlo jî bû heval û dostê Dubçekî û bû muxalîfê Yekîtiya Sovyetê.
Dr. Qasimlo û Avabûna Otonomîyê li Başûrê Kurdistanê
Li gorî lênêrîna kurdperwerên rojhelata Kurdistanê, di sala 1970yî de dema ku hikumeta merkezî û desthilatdarîya
kolonyalîst ya Îraqê bi kurdan re peyman çêkir û Deklerasyona 11ê Adara
1970yî hate pejirandin, Dr. Qasimlo û çend hevalên xwe ji bona ku PDKa
Îranê rakin ser piya û tevgera neteweyî li rojhelata Kurdistanê zindî
bikin, ji Awrupayê vegeriyan.
Dr. Qasimlo di konferansa 3emîn a partiyê de (sala 1971ê) bû endamê Komîteya Navendî û piştî wê jî bû sekreterê giştî yê partiyê.
Piştî
wan salan jî, di hemû kongreyên partiyê de, heta şehîdketina xwe wek
sekreterê giştî hat hilbijartin. Wî heta mirina xwe, 18 salan ji partiyê
re serokatî kir. Di rêxistina partiyê û pêşkevtina Tevgera Kurdistanê
de rolekî mezin lehîst, bi dinyayê û bi taybetî jî bi welatên Awrupayê
re pêwendiyeke xurt pêk anî. Di şertên gelek zehmet yê Îranê de xebata
xwe domand.
Vegera Wî Ya Kurdistanê
Dr.
Qasimlo, ji sala 1976an heta sala 1978an di beşa ziman û bajarvaniya
kurdan de, li Parîsê di zanîngeha Sorbonê de mamoste bû. Wî heman demî
di gelek rojname û kovarên Awrupayî de, di derheqê pirsa kurd û
Kurdistanê, jiyana siyasî, dîrokî, civakî ya kurdan de nivîsand; pirsa
kurd û Kurdistanê bi reya giştî ya Awrupayê da nasandin.
Dr. Qasimlo li Awrupayê wek pisporekî mesela kurd û Kurdistanê, wek serkaniyeke pirsa kurd û Kurdistanê dihate naskirin.
Dr.
Qasimlo, di sala 1979an de dema ku li Îranê desthilatdarî hat guhertin,
Mihemed Riza Şah Pehlewî ji Îranê reviya, ew jî vegeriya rojhelata
Kurdistanê.
Lê Kurdistan
defacto azad bûbû. Kurdistan di bin desthilatdariya Komeleyê û PDKa
Îranê de bû, gelê kurd piştî serhildana Simkoyê Şîkakî (1920-1930),
avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê(1946), careke din tahma azadiyê
girtibû. Kurdan, nedixwestin ku dev ji azadiya xwe û ji desthilatdariya
xwe berdin.
PDK
a Îranê, Komeleyê, Şêx Îzzeddîn Huseynî, ji bona ku li Îranê demokrasî û
li Kurdistanê otonomî ava bibe, bi desthilatdariya merkezî ya Xumeynî
re gelek caran danûstandin kirin, ji bona çareserkirina pirsgirêkan
hewildaneke gelek bi hêz nîşan dan, hezar mixabin ev hewildanan encam
neda. Desthilat- dariya merkezî ya Xumeynî statuya heyî ya ku gelek bi
xwezayî ava bibû, xwestin ku ji holê rakin û li Kurdistanê jî
desthilatdarî û hegemonyaya xwe ava bikin. Ji bona vê, dewletê biryar da
ku bi hemû hêzên xwe ve êrîşê Kurdistanê, serokatî û hêzên Kurdistanî
bike.
Xumeynî
ku xwe wek rêberê cîhana îslamê dida nasandin, di 19ê Tebaxa 1979an de
li dijî Kurdistanê şer û cîhad îlan kir. Piştî cîhada Xumeynî kurd wek
kafir û dijberên şoreş û dînê îslamê hatin nîşandan. Hêzên şoreşa îslamî
ya Xumeynî, êrîşên xwe wek çaxa Moxolan ku li ser gelên Rojhelata Navîn
pêk hatibû, li dijî kurdan û şoreşa gelê Kurdistanê jî dest pê kirin.
Zulm û zordariyeke gelek xerab, nemirovane û xeyrî Îslamî dest pê kir.
Her roj bi dehan kurd hatin kuştin û hatin daleqandin. Hemû hepisxaneyên
Îranê bûn mala welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê. Hemû Kurdistan bû
zîndaneke mezin.
Piştî
ku Komara Îslamî bi hemû hêzên xwe û bi hemû awayên nemirovane dest bi
êrîşan û şerî kir, PDKa Îranê, Komeleyê, Şêx Îzzeddîn Huseynî biryar dan
ku gelê kurd û Kurdistanê biparêzin. Di encama vê biryara hevpar de li
hemû dever û herêmên Kurdistanê şerê pêşmergatî dest pê kir. Di demeke
kurt de li hemberî hêzên Şoreşa Îslamî serkeftî bûn û gelek herêmên
Kurdistanê hatin azad kirin û li wan herêman desthilatdariya kurd hate
avakirin. Şerê gelê rojhelata Kurdistanê, di demeke kurt de li dinyayê
jî deng da û giraniyeke sîyasî çêkir.
Du
sedemên bingehîn hebûn ku şerê kurdên rojhelata Kurdistanê anî rojeva
navneteweyî. Sedemek, şexsîyeta Dr. Qasimlo ya navneteweyî bû. Sedemê
duyem jî, qerektera rejîma Xumeynî ya îslamî bû ku li dijî Awrupayê, DYAyê û Yekîtiya Sovyetê bû.
Çar Bûyerên Dîrokî yên Nexweş û Tehl
Ez baş dizanim ku ev dema dawîyê di jiyana wî de çar bûyeran ew gelek êşand.
Bûyera yekem: Di Kongreya 4emîn a PDKa Îranê de parçebûna partiyê û helwesta ew hevalên wî yên veqetî bûn. PDKa
Îranêdi sala 1982an de parçe bû. Kadro û berpirsiyarên partî yên bi
navûdeng ji partîyê veqetiyan. Xwe bi navê Gruba Kongreya 4an dan nasîn.
Ji vê grubê re Ganî Bilûryan û M. Emîn Saracî serokatî dikir. Ganî
Bilûryan serokekî partiyê bi navûdeng bû, daîma li Kurdistanê mabû û 15
salan jî di hepsê de jiyana xwe bi serbilindî meşandibû. M. Emîn Saracî
jî li Bulgarîstanê jiyana xwe domandibû. Gruba Kongreya 4an, nêzikî
TUDEHê bû û TUDEH jî bi rejima Xumeynî re di nav danûstandin û tîfaqê de
bû. Gruba Kongreya 4an piştî demekê bi rejmê re bû yek û êrişî PDKa
Îranêkir. Vê bûyerê Dr. Qasimlo gelek êşand.
Bûyera duyemîn: Di
sala 1982an de rejîma Îranê û Îraqê ji bona ku di navbeyna hêzên başûrê
Kurdistanê û rojhelata Kurdistanê de nakokî û dijminatî pêk bînin,
gorna Barzanî ji aliyê hêzên dewleta Îraqê û yan jî Îranê ve vebû. PDKa
Îranê û serokê wî Dr. Qasimlo, vê bûyera bi xurtî telîn û protesto
kirin. Lê ev telîn û protestoya
PDKa Îranê û Dr. Qasimlo, PDKa Îraqê qane nekir. PDKa Îraqê, Pasdaran û
Gruba Kongreya 4an bi hev re êrîşê PDKa Îranê û Komeleyê kirin. Gelek
herêmên azad yên Kurdistanê piştî vê êrîşê ketin destê Komara Îslamî.
Vê
bûyerê bi tevayî gelê kurd xemgîn kir û lê ez baş dizanim ku Dr.
Qasimlo xemgîntir kir. Piştî vê bûyerê, carekê hevdîtina me çêbû. Ew
acizî û nerehetiya wî bi her awayî diyar dibû.
Ev
bûyera di dîroka Kurdistanê de bûyereke gelek nexweş bû û nedihat
pejirandin. Me wek Ala Rizgarî biryar dabû ku bi PDKa Îraqê re hevdîtin
bikin û eleqatê deynin, di çarçewa peymanekê de li hevûdu bikin. Hezar
mixabin piştî vê bûyera nexweş û tehl me dev ji vê pêwendiyê berda.
Bûyera sêyem:
Dr. Qasimlo dixwest ku bi hemû hêzên başûrê Kurdistanê re xwediyê
pêwendîyê be. Lê zêdetir bi PDKa Îraqê re xwediyê pêwendêyeke dîrokî
bûn. Digel vê yekê, di sala 1968an de dema ku Komîteya Şoreşger a PDKa
Îranê wek grubeke muxalefet li herêma Serdeştê dest bi şerê pêşmergatî
kiribû, di navbeyna PDKa Îraqê û wan de bûyerên nexweş derbas bibûn.
Komele jî li ser mîrasa vê grubê ava bû. YNKê û Mam Celal jî bi Komeleyê
re di nav pêwendiyeke stratejîk de bû. Dr. Qasimlo di wê nerîn û
baweriyê de bû ku Komele bi destê YNKê û Mam Celal avabûye. Dr. Qasimlo
ev yeka wek midaxeleyekê dinirxand û şirove dikir. Vê yekê ew gelek
diêşand.
Bûyera çarem:
Herêma Qesima Reş di nav sînor û axa rojhelatê Kurdistanê de ye. Ev
herêma, herêmeke gumrugê bû. Ev herêm ji aliyê YNKê ve dihat bikaranîn.
Piştî ku li rojhelatê Kurdistanê şerê pêşmergatî dest pê kir û hêzên
rojhelatê Kurdistanê û bi taybetî jî PDKa Îranê hewcedarê Qesima Reş
bûn, ji YNKê daxwaz kirin ku dev ji Qesima Reş berdin.
YNKê dev jê ber neda. Ev bûyera bû sedem ku pêşmergeyên YNKê û PDKa Îranê bên hemberî hev û şer bikin.
Ev
bûyer bi xwe, bes ji aliyê herdu hêzan de ne, ji aliyê hemû Kurdistan û
statuya Kurdistanê de gelek rastiyan destnîşan dike. Lê ez bi kûranî
naxwa- zim vê pirsê şirove bikim. Lewra ew ne mijara vê nivîsê ye.
Qereqtera Serokatî û Awayê Siyaseta Wî
Baş
tê zanîn ku çend kategorî serok û serokatî hene. Dr. Qasimlo, wek
kategorî di nav rêza kategoriya serokên demokrat û hevdem de bû. Lê
aliyê wî yên kevneşopî jî hebûn. Dema ku dihat Kurdistanê çanda welatên
sêyemîn û Rojhilata Navîn li ser wî jî tesîr dikir.
Dr.
Qasimlo, sosyalîst bû, lê ne stalînîst bû. Di nav partiyê de pîvanên
demokrasiyê bi giştî be jî pêk dianî. Ew dostê sosyal demokratên
Awrupayê bû. Ji bona vê jî partiya wî di Enternasyonala Sosyalîst de
çavdêr bû. Heger Dr. Qasimlo sax bûya îro, wek YNKê partiya wî jî dê
bibûya endamê Enternasyonala Sosyalîst.
Dr.
Qasimlo ew taybetîya xwe ya demokrat û hevdem, bi projeya xwe ya
navenda PDKa Îranê gelek vekirî dîyar dikir. Navenda(Baregahê) PDK a
Îranê, ji çekên giran hatibû xalîkirin. Dema ku mêvan diçûn nevanda
Partîyê, diviya bû ku bê çek biçin nevandê.
Dr. Qasimlo ji bona Otonomiya Kurdistanê demokrasîyeke xurt pêwîst didît. Dr. Qasimlo digot:
“Bawerîyekî
me ya tewaw bi rolê bingehîn yê demokrasiyê heye. Bê hebûna
demokrasîyeke cîhgir û qayîm, di Îranê de Otonomiya Kurdistanê dê her
gav di bin tirs û givaşa ji nav çûnê de be. Tenê rêya cîhgirbûn û
berdewambûna Otonomîya Kurdistanê, di Îranê de bi hebûna demokrasiyeke
tewaw û serkevtî mimkun e.”
Dr. Qasimlo û partiya wî bi demokrasîyê bawer dikir. Dr. Qasimlo, di derheqê vê pirsê de digot:
“Di
Kurdistanê û di nav Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, baweriyekî
me ya zexm û kûr bi demokrasiyê heye û em her wisan li ser wê bawerîyê
ne ku bê destvehanîn û cîhgirbûna azadiyên demokratîk, welatê me nikare
wan pirs û kêşeyên aloz çareser û safî biket ku em ji mêj ve ji dest wan
dinaline.”
Dr. Qasimlo li dijî terorîzmê bû û ji bona vê jî demokrasî diparast. Ji ber vê bi PKKê re pêwendî pêk neanî. Dr. Qasimlo digot:
“Bi
baweriya min tevgerên xwedî hêz, yanî ev ên ku ji bo azadîyê dixebitin û
ji alîyê xelkê ve piştevanî ji wan re tête kirin, nabe penahî bibine
ber terorîzmê, ji ber ku çi hewcedarîyeka wan bi terorîzmê nîne.
Terorîzm, azadî û jîna xelkê sivîl û bêguneh tevî tirsê berengar dike û
tenahîyê têk dide. Terorîzm, siyaseta fermî ya Komara Îslamî ye û
berpirsên wê di salên borî de ev çende bi eyanî ragihandin û heta çend
caran bi dijî me bikar anîne, lê em terorîzmê mehkûm û şermezar dikin.”
Wî
çi digot ew dikir. Ev jî taybetîya serokên hevdem û demokrat in. Di
sîyaseta wî de durûtî tune bû. Li hemberî te çi bigot, ewê jî dikir. Ne
ew kes bû ku wek hinekan li pişt derîyan Kurdistana serbixwe biparêze,
li ber deriyan jî ji bona ku ji dewletan re şêrîn xuya bibe, otonomîyê
biparêze.
Dr. Qasimlo her demê dubare dikir û digot:
“Sîyaset
wek huner e. Lê xala jar û qels a tevgera kurdî eva bûye ku hetanî nûha
yan hemû tiştek xwestiye yan çi tiştek, lewra sîyaset ne reş û sipî ye,
belkî di navbera reş û sipî de rengê din jî hene.”
Bi
baweriya Dr. Qasimlo, di navbeyna hêvîyan û siyaseta realîst de ferqeke
mezin heye. Lewra pêwendiya siyasetê bi rastî û heqîqetên hundirîn,
herêmî û cîhanî ve heye.
Dr.
Qasimlo di sîyasetê de biryardana serbixwe gelek girîng didît. Wî bawer
dikir ku “divêt em di berahiyê de girîngiyê bi hêjayîyê bê dawî yên
gelê kurd bidin û bi xwe û bi xebata xwe piştrast bin û xwe wek binasekî
serbixwe di orta siyasî ya welat de bidin kifşê, hingî êdî piştevanên
me dê zêde bin û zirûfa serkevtina me baştir pêk ware.”
Şehîdketina Dr. Qasimlo
Kurdan
di hemû dîrok û jiyana xwe de her demê xwestine bi neteweyên cîran re
di nav aşitî û biratî de bi hev re bijîn. Ji bona vê jî, di demên bihurî
de li rojhelatê Kurdistanê û li başûrê Kurdistanê otonomî parastine û
di vê merheleya dawî de jî federalîzm parastine. Ev yeka ji bona
rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê jî derbas dibe û bi wateyeke din
rastiyek e. Hezar mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagir kirine û
Kurdistan kirine kolonî, tû caran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li
daxwazên neteweya kurd binêrin û ji bona çareserkirina pirsê hewildaneke
aşitîxwaz pêk bînin.
Dewletên kolonyalîst her dem bersîva gelê kurd û serokên wan bi şer û qatlîyaman dane.
Dr.
Qasimlo jî, yek ji wan serokên kurdan bû ku wî jî wekî Qazî Mihemed
dixwest bi rêyeka aştîxwaz bigihîje armanca xwe. Ji bona vê jî gelek
hewil da. Dr. Qasimlo cara yekem di Kanûna Pêşî ya sala 1988an de û cara
duyemîn jî di Kanûna Paşî ya sala 1989an de bi nûnerên Komara Îslamî re
rûnişt û xwest ku mafên neteweya kurd bi rêyeka aşitîyane bête
wergirtin.
Komara Îslamî di van rûniştinan de jî xwestine ku Dr. Qasimlo bikujin, lê bi serneketin.
Dr.
Qasimlo cara sêyemîn jî şaşî kir, di 13/07/1989an de bi berpirsiyarên
Komara Îslamî re rûnişt. Hevdîtin li bajarê Vîyana yê Awusturyayê pêk
hat. Ew, hevalên xwe Ebdullah Qadirîazer ku endamê Komîteya Navendî ya
PDKa Îranê bû, mamosteyê zanîngehê Dr. Fazil Resûl, bi destê
berpirsiyarên Komara Îslamî li ser maseyê bi awayekî qeleşî hatin kuştin
û şehîdkirin.
Gelek
aşkereye ku serokkomarê Komara Îslamî Mehmud Ehmedînecad di kuştina Dr.
Qasimlo û hevalên wî de organîzekar e. Lê dîsa jî, di sedsala 21an de
dikare bibe serokkomar. Ev yeka jî dîyar dike ku hiqûqa navneteweyî jî gelek qirêj bûye.
Gorî
serokkomarê yekemîn ê Komara Îslamî Ebdulhesen Ben-î Sadr, Ehmedînecad
di kuştina Dr. Qasimlo de ji komandoyan re çek peyda kiriye.
Ji
bo çareserkirina pirsa Kurdistanê bi desthilatdarên Komara Îslamî re
danûstandin helwesteka gelek xwezayî bû. Lewra PDKa Îranê û serokê wê
Dr. Qasimlo, hemû kurd û hêzên din yên rojhelatê Kurdistanê xwediyê
stratejî û projeya “ji bo Îranê demokrasî û ji Kurdistanê re Otonomî” bûn.
Lê hîç şik tuneye ku awayê rûniştin û peyman çêkirina wan, ne makul û
şeffaf bû. Ne di bin kontrola hêzek û dewleteke sêyemîn de bû.
Wusa
dîyar dibe ku Dr. Qasimlo gelek bawerî bi desthilatdarên Komara Îslamî
kiribû. Ew jî zaafeke gelek mezin bû û ev jî bû sedem ku Dr. Qasimlo
gelek bi rehetî bête kuştin.
Dema
ku Dr. Qasimlo ji alîyê Komara Îslamî ve hate kuştin, pêwendîyên YNK û
PDKa Iraqê bi Îranê re gelek baş bûn. YNK û PDKa Îraqê ji bona ku
pêwendiyên wan bi Îranê re xerab nebin, helwesteke Kurdistanî nîşan
nedan û ji serokekî Kurdistanê re xwedî derneketin.
Li Amedê ji Alîyê KURD-KOM ve Bîranîna Dr. Qasimlo
Li
bakurê Kurdistanê, Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOMê), cara yekem
di sala 2005an de li derve, bi civîneke vekirî û li ber çapemeniyê Dr.
Qasimlo bibîranî. Dema ku KURD-KOMê Dr. Qasimlo bibîranî, Mehmud
Ehmedînecad nû bibû serokkomar. Di wê bîranînê de hat diyarkirin ku
serokkomarê Îranê ji kuştina Dr. Qasimlo berpirsiyar e, divê dema ku
derkete derveyê Îranê bê girtin û bê mehkemekirin.
* * * * *
Dr. Qasimlo digot:
“Gelê
ku azadîxwaz be, divê nirxa wê azadîyê jî bide. Tû neteweyek bê zehmet û
têkoşînê, bê fedakirina xortên xwe yê hêja, negihîştiye azadîyê. Gelê
me jî, partîya me jî ku pêşengê bizava gelê kurd e, ji mêjve ye dizanin
ku azadî fîdekariyê dixwaze, xwe gorîkirinê dixwaze. Karwanê şehîdan
dirêj e, lê renge dê hîn dirêjtir bibe.
“Em di roja şehîdên xwe de, di bîranîna şehîdên xwe de, ji mêj ve ye ku me biryar daye em negirîn. Ji
mêj ve ye me biryar daye ku em tenê bikaribin karek bikin û li berçav û
hizra şehîdên xwe de şermezar nebin. Ew jî ev e, ku em rêya wan ber
nedin û mîna wan li ser rêya wan dom bikin, ji tû tengesiyekê netirsin û
ji tû diwarêyekê xwe paşve nedin.
“Xebata
me, xebateke rewa ye. Xebat ji bo azadîya neteweyekî ye, xebat ji bo
pêşeroja zarokan û nifşên dahatû ye. Heq e em mîna vê nifşê erka xwe bi
başî bînin cîh û emê karibin hêvîxwaz bin ku di nifşa dahatû de şehîd
tune bin. Her wusa eger nifşên rabirdû yan nifşên berê, erka xwe bê
kêmanî bi cîh anîbana, reng e nifşê me şehîd nedibûn. Bona wê jî
bîranîna şehîdên me, careke din me tîne ser vê rastîyê; divê bi bîr û
bawerîyeke kûr, bi dilekî şoreşvanî, bi hêvîyeke mezin, em xebata xwe
dom bikin. Di encama vê xebatê de, dê du tişt derkeve holê: Hem ji bona
ku li pêşerojê şehîdên me tune bin û canê şehîdên me şa bibe û hem jî dê
gelê me rizgar bibe.”
Ev
pêyvên Dr. Qasimlo jî diyar dikin ku ew bi xwe jî bedele azadî û
serxwebûna Kurdistanê ye. Lê gotin tiştekî û jiyan tiştekî din e. Divê
em hem şehîdên xwe yên serok û têkoşer bibîr bînin û hem jî ji bona wan
bigrîn.
Amed, 16. 07. 2012
اكتشاف المزيد من Kurd Online
اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.






