WIRYAKERÊ(hişyarkerê) GUNCAW
Ronahî.. hestê dîtinê tazirîne(diazirîne),deng.. hestê bihîztinê tarîne(darîne=diarîne) û hilm.. hestê bêhnkirinê jîr dike, lê azirandina vênê(viyanê) bi nimona balaye….
Mixabin.. ne çavên me bi ronahiyê qayil dibin, ne guhên me bi dengê zengilan hay dibin.. ne jî pozên(difnên-bêvilên) me hilma xweş dipelînin,tew pêjna nimona bala di vêna me de ji bîr bûye….!!!
Bextewerî li wêrekiyê digere, lewra mirovên rêçewt.. di şevê de li rojê digerin û ku roj bi ser wan de têt(rojê dibînin).. tê de li şevê digerin, ango nizanin bê çi dixwazin,çi kesê ku tiştek jê kêm be xwe pê hildide, kesên azadîxwaz.. dilên xwe xweş dikin û dibêjin .. em azane, çiku ew bêyî azadîne û hên lê digerin.., her weke ku kesên bêyî avrû dibêjin.. em xwedînamûsin , çiku ew jî hên li avriwê(namûsê) digerin.
Ango çi azadî û çi avrû.. ew jî mîna her tiştên dîtirin, ku hebin em diparêzin .. em ne lê digerin.. û ne dixwazin..!
Ez dest û dev ji mafxuran bernadim, qîma min nayê ku tu lamij werin.. li xwîn û ked û xwêdana gellê min biçêrin, ezê li dijî ketwarê çiv û pîlanan rabim.., ew canistînê serkotkeran ezim.. û serhildêrê azadîxwaz jî ezim…, dibe ku her kes wilo li xwe binêre,lê pîvera rêjeyî.. kêmtir an bêhtir.. ew ji hev derdixîne,derewîn jî hingî pir derewan dikin ..digihêjin astekê ku ji xwe bahwer dikin.. û di vî warî de ew jî xwe dibînan serhildêrê azadiyê(xwedêgiravî),lê gelo helwestê gelêrî ê giştî ..wan diparêze?!
Çima kirî hûnê kesê rastîgo bişewitînin.. û tê derbas bin..û gîre bikin, ez jî dikarim rewaya we bilincînim û dawerê we riswa bikim, lê ez ne ewim, ez qiriktahliya xwe bi demûş û gezowê berjewendiyên we şîrîn nakim.. û ne ez kela xwe li we hênik dikim, hin kes digirîn da ku karibin bikenin jî..ew têgihîjtîne.. ne hûn..!!
Ên ku çavlixewin û dibawişkin, neyar wan bi hêviyên derewîn dilorînin, bila xilmaş bimînin, ew di hişyariyê de jî xewnên xweş dibînin,dilên wan bi wan re ne rastin, loma vehêlên dexs û kînêne, lê emê jî wan bispêrin pîvera lêpirsîna dîrokê.. da ku tawanbar û gunehkar bibin.. û bi hizrên xwenî dojehî re kêferata qedapêketiyan bikin.
Dilên dirinde û gurgîn û koviyan girravî û şelûne, bi gotegot û pistepistê.. çîmenên rasteqîniyê di welatê min de diçilmisînin, bi gefa biyaniyê(biyankirinê) tirsê di dilê gellê min de diçînin.. û av didin.., çand û perwerda me ..deravêjî(derguhêzî) firoşkarên helwestan dikin..û mîna bazirganên koletî û benîtiyê.. hustûxwar û bendewaran bi arzanî ji çete û rêbirran dikirrin …
Emê bi pend û serpêhatiyên bavpîrên xwe bikin, çiku ew pendeyar bûn û ew xwediyê serbûriyan bûn, dema ku li ser meha Sibatê(Reşemehê) digotin: ((sibate .. qerimqate.. kevn çiwe û nuh hate)).. dêmekî qatên xakê qerimîne û repin bûne(xweşî hate), çêra peze, qatixê pez çê dibe, ji tengasiyê ber bi firehiyê deye..û..h..w…
Di dilê her mirovekî de .. du agir dadayine û vêketîne, agirê hezkirinê û agirê kîndariyê,li vira pirseke balkêş xwe dide der..hûnê ji min bipirsin: gelo kîjan agir xurte û gûre.. ê hezkirinê an ê kîndariyê?
Ezê jî bersiva pirsa we bidim û bibêjim: bîr û ramanên we, hay û hest û hizrên we.. ardiwê kîjan agirî bin .. ewê xurt û gûr be…
Mirovên bi rûmet, kesên xêrxwaz.. dem dema pêkhatina hêvî û omîdane, pêdivêye ku em bibin ardiwê agirê hezkirinê.. da ku hêvî û omîdên me pêk werin…
Arşek Baravî Amûdê 15/2/2012
اكتشاف المزيد من Kurd Online
اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.






