Mişel
temo
(Beranê
qurbanê)
tev ku ez ne mele
me,û ne oldarim , di vê mijarê de ezê wateya
cejna qurbanê di bîra we de bînim,çimkî bo azadiya miletên rojhilata navîn îro
bûye roja qurban û qurbaniya.
tê zanîn ku Xweda
xwest baweriya Pêximber Birahîm elxelîl
biceribîne ,înca ji wî xwest ku kurê xwe
Îsmaîl serjêke û bike qurban, ev daxwazeke zor girane,jiber ku destê mirov li
kurê wî nagere da ku wisa bihesanî ewî serjêke û ji dest xwe berde,lê jiber ku
baweriya Birahîm bi xwedayê wî ne cihê gûmanê bû,û doza wî ya herî bilind ku berdewam
li ser rêka xweda biçe, da ku navê wî
bitenha bilnd bike,û bengewaziya
xweyî ayinî bighîne serî,da ku xweda ji wî razî
bibe,loma ewî bê dudilî biryar stend ku Îsmaîl
bike qurbana xwedayê xwe, wisa Birahîm
di vê ezmûna Yazdanî de biserket,çimkî paweriya wî bi xweda bê sînor bû ,û li
cem wî ew di ser her tiştî re bû, doza
Birahîm a bitenha ew bû ku
ola xwe li ser ruwê erdê bela bike,bo vê yekê ew amedebû
ku kurê xwe bike qurban,lewra Birahîm daxwaza yazdan bo serjêkirina Îsmaîl red nekir,înca himber vê yekê Yazdan
ferman da Ferîşte ku beranekî ji Birahîm
re birêkin da ku ewî li şuna Îsmaîl bike qurban .
we dît tev ku ev çîrok ayinî ye lê di naveroka wê de wate û
pirensîbên mirovahî ê herî hêja peyda
dibin ,yek ji wan diyar dike ku mirov bi doza xwe re rast be her tiştî li
himber wê erzan dibîne,lewra ku mirov amedeye
jibo doza xwe bibe qurban û
canfîda,doza Birahîm navê xwedan bû ,û jibo vê yekê ewî çavtengî nekir ku kurê
xwe bike fîdakar ,gelo di van rojên pîroz de me bîr bir ser Mişel temo ku doza
wî azadiya Kurdan bû,û jibo evê dozê ewî çavtengî nekir,û bo wê canê xwe kir
qurban, loma li ser hestekî, li ser êşa
birînek vekirî, li ser rondikên gûlê buhareke ewarte ,em gihiştine
hev ,ev jî bi saya şehîd Mişel temo
bû, ê ku bo kurd bighêjin hev ,û mefên
xwe bidestxin,jiyana xwe ji dest da ,tev ku hêviya wî û a me ew bû ku em di
jiyanê de bighêjin hev ne di mirinê de ,lê mixabin ew di vê hisretê de çû ,înca civîna me li ser
gora wî wateyeke mezin dide nîşan ,her libek ji axa evê gorê gazî li me dike ,û
bi zimanê şehîdê me dibêje:kurdino çiqasî hûn dûrî hev bikevin , doz û hêvî û
birîna we tevan yeke,belê ey şehîdê gewre tu tiştan em li
ser gora te,ne civandin ji bilî omîd û hest û hizrên ku miletê me li ser wan dibin yek,û ji tayê ewan
werîsê felatê saz dike û tevna yekbûnê li dardixe,ta ku xwîna te û hezarên
şehîdan bertelef neçe,gelo ne hêja ye ku
em mukirên ku şehîd Mişel mîna Birahîm elxelîl amede bû bo qurbaniya deyne,
jibo bîr û baweriyên xwe yên ku ew bîr û
baweriyên hemû kurda ne.
Zagros osman
اكتشاف المزيد من Kurd Online
اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.






