Şoreşa Sûrî li ku ye …?!
Ş . Dado
Dîroka Sûriyê ya nûjen tijî nakokiyên navxweyî ye , ji bo destxistina karbedestiya dewletê li beramber destdirêjiyên hêzên cîhanî – bêgûman dûrî maf û berjewendiyên gel an bikaranîna demokrasiyê û mafên mirovan – di dema ku partiyên siyasî , îdolocî û tûtleter bûn ji bilî partiya Kurd li Sûriyê ya ku , ji roja damezrandinê ve di 14 Hizêran a 1957 an de , dirûşma demokrasî û mafên mirovan bilind kiribû , nemaze di heyama cenga sar de , parta Be’is ya ku li ser îdolocî û ramana netewî avabûye , di 8 Avadar a 1963 an de , destê xwe danî ser destlata dewletê û siyaseta tekpartî birêvebir , li dijî hêzên dî rêça tunekirin , zîndankirin , tund û tûjî , û li serê Kurda siyaseta şoven û nijadperest bikaranî . Ango , rêjîmek setemkar û nedemokrat li dirêjahiya nêzî pêncî salî di Sûriyê de avabûbû , ya ku bi xwe re pir astengên siyasî , civakî , aborî û çandî anî , bê ku çirûskên guhertin an çareserkirinê hebin , ta ku Sûriyê gihişte vê rewşa nuha ya nazik û tarî , ya ku alava tund û tûjî navnîşana wê ye , mîna kuştin û şehîdbûna bêtirî yanzde hezar kes , birînîkirin , koçberkirin , girtin û zîndankirina deh hezeran … H.W.D .
Kiryarên rijîmê li dijî xelkê Sûriyê bêtirî salekê ji temenê şoreş a pîroz , pileya ( tewanbariyên li dijî mirovatiyê ) derbas kirine . Yên ku pir raghandin , rêxistin û hêzên hundir û derve , cureyên wê dîtine û bi nav kirine , lêkolîn û belge li ser çêkirine , bi taybetî komîta mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ( UN ) û raporên berdevka wê xanim Nafî Bîlay a ku daxwaz û wesek kiriye , ku Encûmena ewlekariyê ya navdewletî bi lez bilive û zorê bide ser rijîma Sûriyê , da ku , darê tundiyê , kuştin û lêdanê rawestîne , û berpirsiyarên wê li pêş Dadgeha Cînayeta navdewletî werin gunehkirin . Lê , ji ber Vîtoya Rûsî û Çînî , wê Encûmenê di çerçewa tevliheviya nakokî û berjewendiyên herêmî û navnetewî de nikarîbû tiştekî bike. Ji alîkî din ve, piştgiriya Îran û Rûsiya bi her hawî ji rijîmê re , û helwesta Turkiyê yê çirûk , carina germ û carina jî sar , li kêlek aloziya liv û hêza Elcami’a Elerebiyê di warê bikaranîna bendên nêrîn û pirojeya xwe ya ji bo Sûriyê.
Piştî herikandina xwînê û malwêrankirina xelkê bi destê hêz , leşker û dûvçilkên ( şebîhên ) rijîma zordar ya ku , di danûstandina bi vê rewşa nû re ji bilî rêbaza ewlekarî _ leşkerî , lêxistin û kuştinê , tuyî din naşopîne ,… Nema dem paşve vedigere û kîjan rojê be wê Şoreşa Azadî û Rûmetê bi ser keve . Lê mixabin , digel keftelefta Kofî Enan , tu çareserî balkêş û rast , di demek nêzîk de , ne xuya ye , û aşkere ye ku wê qelengê serkeftina serhildana gelê Sûrî bilind be , ji ber hin sedemên sereke , wek :
– Hêza rijîmê ya aborî û leşkerî , kêm zêd li cî ye , di siha piştgiriya xurt ya hin dewlet û rêxistinan jê re , û kiryarên wê yên hovane .
– Beşek mezin ji civaka Sûrî û bi taybetî ji hindikahiyan , hîn tevilî tevgera rikber û şoreşê nebûne , ji bilî ku , hinek li kêleka rijîmê mane .
– Nezelaliya straticiya şoreşê li ser paşeroja Sûriyê , li aliyê din , tevlehevî û aloziya di tektîk û şêweyên xebata gelêrî , yên aştiyane û demokras , ya ku stubarî û berpirsiyariya hemû partî , komît û encûmenên rikber e .
– Nelihevkirin , keysebazî û berjewendiyên partîtî û kesayetî , ya di nav beşên rikberiya Sûrî de – bi taybetî di nav yên derve de – , yê ku nehiştiye rikbera Sûrî bighêje hev an kongirekî tevahî lidarxe , da ku nûnertiya gel û şoreşê bike , çalakî û livên serhildanê biparêze û pêşxe , û ji rewşa paşerojê re amede be.
– Heyama herêmî û navnetewî nediyare , ku dewletên dibêjin piştgiriya şoreşê dikin , wê di ajotina rêbazeke erênî ji çareseriyeke siysî re , bigihên biryar û pêngavin rast , dirust û dilsoz .
– Çekirina şoreşê li hin devera , hişte ku , çavsorî û hovîtiya rijîmê zêde bibe û rewayekê – kêm zêde – bide çareseriya ewlekarî _ leşkerî , rijîm ragihandin û namên xwe ji wê çîroka hebûna ( teroristan ) dagire. Di dema ku çekdar nebûne hêzeke xurt û mezin ta karibin li hember leşkerên dewletê bisekinin , yan hin dever û bajaran bidestxin , tê de bi ser kevin .
Mirov dikare bêje , çendî hêzên rikberiya Sûrî li hev bin , li dûrî lîstik û xefkan bin , li dûrî berjewndiyên taybetî bin , li dûrî cureyên çekdariyê bin , di hundir welêt de girîngiyê bêtir bidin xebata gelêrî , aştiyane û demokrasî , wê di xizmeta gelê Sûrî de be , û serkeftina şoreşê wê nêzîktir be .
اكتشاف المزيد من Kurd Online
اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.






