🚨 إعلان هام جداً بشأن إغلاق موقع كورد أونلاين

بعد سنوات طويلة من النشر والتوثيق المستمر لأجل القضية الكردية، نعلن لكم بأسف شديد عن قرارنا بـ إغلاق موقع "كورد أونلاين" نهائياً لأسباب قاهرة. لقد قدمنا آلاف المقالات والآراء وبذلنا جهداً كبيراً طوعياً ودون مقابل لتوثيق الانتهاكات ونشر الثقافة الكردية في الفضاء الرقمي.

📌 تنبيه هام للتواصل: يرجى الاعتماد حصرياً على البريد التالي للتواصل معنا (سواء قبل أو بعد الإغلاق): web.kurdonline@gmail.com
مع ضرورة عدم استخدام البريد القديم (editor@kurdonline.info) لأنه لن يعود قيد الاستخدام نهائياً.

🔄 بخصوص الأرشيف والروابط: سنحاول نقل جزء من هذا الأرشيف للمدونات المجانية (رغم فقدانها لقيمتها في محركات البحث وافتقارها للمواد المرئية)، كما ننوه أن نطاق وموقع وروابط الموقع قد تُحال إلى مشترٍ جديد، ولسنا مسؤولين عن أي استخدام لاحق.

شكراً لكل قارئ رافقنا في هذه المسيرة.. نأسف لكم ونتمنى أن نكون قد تركنا أثراً طيباً.

Şoreşa Sûrî li ku ye

Şoreşa Sûrî li ku ye

Şoreşa Sûrî li ku ye …?!

Ş . Dado

Dîroka Sûriyê ya nûjen tijî nakokiyên navxweyî ye , ji bo destxistina karbedestiya dewletê  li beramber destdirêjiyên hêzên cîhanî – bêgûman dûrî maf û berjewendiyên gel an bikaranîna demokrasiyê û mafên mirovan – di dema ku partiyên siyasî , îdolocî û tûtleter bûn ji bilî partiya Kurd li Sûriyê ya ku , ji roja damezrandinê ve di 14 Hizêran a 1957 an de , dirûşma demokrasî û mafên mirovan bilind kiribû , nemaze di heyama cenga sar de , parta Be’is ya ku li ser îdolocî û ramana netewî avabûye , di 8 Avadar a 1963 an de , destê xwe danî ser destlata dewletê û siyaseta tekpartî birêvebir , li dijî hêzên dî rêça tunekirin , zîndankirin , tund û tûjî , û li serê Kurda siyaseta şoven û nijadperest bikaranî . Ango , rêjîmek setemkar û nedemokrat li dirêjahiya nêzî pêncî salî di Sûriyê de avabûbû , ya ku bi xwe re pir astengên siyasî , civakî , aborî û çandî anî , bê ku çirûskên guhertin an çareserkirinê hebin , ta ku Sûriyê gihişte vê rewşa nuha ya nazik û tarî , ya ku alava tund û tûjî navnîşana wê ye , mîna kuştin û şehîdbûna bêtirî yanzde hezar kes , birînîkirin , koçberkirin , girtin û zîndankirina deh hezeran … H.W.D .

Kiryarên rijîmê li dijî xelkê Sûriyê bêtirî salekê ji temenê şoreş a pîroz , pileya ( tewanbariyên li dijî mirovatiyê ) derbas kirine . Yên ku pir raghandin , rêxistin û hêzên hundir û derve , cureyên wê dîtine û bi nav kirine , lêkolîn û belge li ser çêkirine , bi taybetî komîta mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ( UN ) û raporên berdevka wê xanim Nafî Bîlay a ku daxwaz û wesek kiriye , ku Encûmena ewlekariyê ya navdewletî bi lez bilive û zorê bide ser rijîma Sûriyê , da ku , darê tundiyê , kuştin û lêdanê rawestîne , û berpirsiyarên wê li pêş Dadgeha Cînayeta navdewletî werin gunehkirin . Lê , ji ber Vîtoya Rûsî û Çînî , wê Encûmenê di çerçewa tevliheviya nakokî û berjewendiyên herêmî û navnetewî de nikarîbû tiştekî bike. Ji alîkî din ve, piştgiriya Îran û Rûsiya bi her hawî ji rijîmê re , û helwesta Turkiyê yê çirûk , carina germ û carina jî sar , li kêlek aloziya liv û hêza Elcami’a Elerebiyê di warê bikaranîna bendên nêrîn û pirojeya xwe ya ji bo Sûriyê.

Piştî herikandina xwînê û malwêrankirina xelkê bi destê hêz , leşker û dûvçilkên ( şebîhên ) rijîma zordar  ya ku , di danûstandina bi vê rewşa nû re ji bilî rêbaza ewlekarî _ leşkerî , lêxistin û kuştinê , tuyî din naşopîne ,… Nema dem paşve vedigere  û kîjan rojê be wê Şoreşa Azadî û Rûmetê bi ser keve . Lê mixabin , digel keftelefta Kofî Enan , tu çareserî balkêş û rast , di demek nêzîk de , ne xuya ye , û aşkere ye ku wê qelengê serkeftina serhildana gelê Sûrî bilind be , ji ber hin sedemên sereke , wek :

–            Hêza rijîmê ya aborî û leşkerî , kêm zêd li cî ye , di siha piştgiriya xurt ya hin dewlet û rêxistinan jê re , û kiryarên wê yên hovane .

–            Beşek mezin ji civaka Sûrî û bi taybetî ji hindikahiyan , hîn tevilî tevgera rikber û şoreşê nebûne , ji bilî ku , hinek li kêleka rijîmê mane .

–            Nezelaliya straticiya şoreşê li ser paşeroja Sûriyê , li aliyê din , tevlehevî û aloziya di tektîk û şêweyên xebata gelêrî , yên aştiyane û demokras , ya ku stubarî û berpirsiyariya hemû partî , komît û encûmenên rikber e .

–            Nelihevkirin , keysebazî û berjewendiyên partîtî û kesayetî , ya di nav beşên rikberiya Sûrî de – bi taybetî di nav yên derve de – , yê ku nehiştiye rikbera Sûrî bighêje hev an kongirekî  tevahî lidarxe , da ku nûnertiya gel û şoreşê bike , çalakî û livên serhildanê biparêze û pêşxe , û ji rewşa paşerojê re amede be.

–            Heyama herêmî û navnetewî nediyare , ku dewletên dibêjin piştgiriya şoreşê dikin , wê di ajotina rêbazeke erênî ji çareseriyeke siysî re , bigihên biryar û pêngavin rast , dirust û dilsoz .

–            Çekirina şoreşê li hin devera , hişte ku , çavsorî û hovîtiya rijîmê zêde bibe û rewayekê – kêm zêde – bide çareseriya ewlekarî _ leşkerî , rijîm ragihandin û namên xwe ji wê çîroka hebûna  ( teroristan ) dagire. Di dema ku çekdar nebûne hêzeke xurt û mezin ta karibin li hember leşkerên dewletê bisekinin , yan hin dever û bajaran bidestxin , tê de bi ser kevin .

Mirov dikare bêje , çendî hêzên rikberiya Sûrî li hev bin , li dûrî lîstik û xefkan bin , li dûrî berjewndiyên taybetî bin , li dûrî cureyên çekdariyê bin , di hundir welêt de girîngiyê bêtir bidin xebata gelêrî , aştiyane û demokrasî , wê di xizmeta gelê Sûrî de be , û serkeftina şoreşê wê nêzîktir be .


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top