DERHÊNER MANO KHALIL KIŞANDINA FÎLMÊ XWE YÊ NÛ “KÊLÎ – MOMENTS” BI DAWÎ ANÎ.

Film li Swîsreyê, bajarê Bêrnê hat kişandin. Fîlm ji aliyê produksîona Fram Film bo karên Cinema û television ve hatiye fînanse kirin û bi lîstikvanên Navdar ên navneteweyî, Swîsrî, Kurd û Ereb ve hat leystkkirin. Di nav wan de lîstikvana Swîsrî û îkona şano û ekranê Heidi Maria Klössner û lîstikvana Navdar Sabina Timoteo, û hunermendên Kurd û Ereb ên Sûrî yên wekî Îsmaîl Zagros, Şêrvan Hecî û Salar Salem, ê ereb Jelal El-Tewîl, digel dehan jêhatîyên din.

Ev fîlm encama sêlojyekê ye ku derhêner Mano Xelîl di berhemên xwe yên berê de dest pê kiribû; fîlma yekem, “Hajhajîk”, qala qonaxa ciwaniyê bi rêya lêgerîna zarokan ji bo rehên wan dema ku ew mezin dibin dike, lê fîlma duyem, “Cîran”, qala qonaxa zaroktiyê bi çavên zarokekî Kurd dike ku jiyana xwe di bin desthilatdariya faşîzma Baas a ereb a Sûriyeyê de jiyaye.

Sêlojî niha bi “Kêlî” bi dawî dibe, ku sê çîrokên bi hev ve girêdayî pêşkêş dike ku gihîştina mirovan, exlaq, şehrezayî û hestên di hebûnê de vedikolin.

“Kêlî – Moments” ku ji bûyerên rastîn hatiye civandin, dramayek civakî bi sê çîrokan a yekem, li ser Textorekî « cerrah » ê Sûrî Wahid (Jalal Al-Tawil) ku li Swîsreyê wekî penaber dijî, çîroka dueyemîn a karmenda wezareta Penaberan Monika (Sabina Timoteo) ku hûrguliyên çîrokên penaberan jiyana wê û malbatiya wê tevlihiv dike, û çîroka siyemîn, çîroka xwediyê xwaringehek bilez Simo (Îsmaîl Zagros) ku deh salan li Kurdîstana Bakur di zindanê de mabu, ku niha li bajarê Bêrn ji ber cîranê xwe dikeve nav têkiliyên nediyar.

Fîlmê “Kêlî” çîrokeke tijî hestan vedibêje, her ku drama ye, lê hinek « ken » têde heye ku dilê temaşevanan vedike.  Film şanî dide, ku çawa hevdîtinên ji nişka ve demên wêrekî û vekirîbûnê didin karakteran û di jiyana wan de asoyên nû vedikin.

Mano Xelîl derhênerekî Kurd e ji Rojavayê Kurdîstanê ye, ku li Çekoslovakyaya berê sînema xwendiye. Wî demekê di televîzyona Çekoslovakya de xebitî, û piştî vegera xwe ya Welat « Sûriyeyê », wî fîlmek li ser pratîkên Baasê yên li herêma Cezîra Kurda a bin destê Sûriyê de çêkir « Cihê xwedê lê razaye » têde anî zima, çawa rêjîma faşîst a Baas a araba zarokên Kurd perwer dikirn und dixwestin wan asîmîle bikin.

 wî fîlmek bi navê “Where God Sleeps” derxist. Piştre ew neçar ma ku koçî Swîsreyê bike, ku niha li wir dijî û wekî derhêner û produsorê fîlmên dirêj û belgefîlman ji bo sînema û televîzyonê dixebite. Fîlmên wî yên herî berbiçav, ku xelatên navneteweyî wergirtine, “Bexçê buhuştê”,  « Mêşevan », “Hachacîk” û fîlmê wî ya herî dawî, »Cîran» ku zêdetirî 70 xelatên navneteweyî wergirtiye, li zêdetirî 250 festîvalên fîlman hatiye nîşandan, û li çaraliyê cîhanê li zêdetirî 30 welatan hatiye belavkirin.

Fîlma “Cîran” yekem fîlm e ku di serdema Baas û Esed de hatiye kişandin û bi zimanê Kurdî ye û lîstikvanên Kurd li kêleka lîstikvanên Ereb ên wekî Jelal Al-Tawil, Jîhad Abdo, Mazen Al-Nattour, Nasima Al-Daher û yên din dilîzin.

Berevajî gelek derhênerên fîlman ên Ereb ên ku di pîşesaziya fîlmên Sûriyeyê de dixebitin û di berhemên xwe yên berê de qet behsa pirsgirêkên Kurdan nekirine, ev fîlm şiyana derhêner Mano Xelîl nîşan dide ku pirek çandan ava bike û çîrokan bi awayekî mirovî ronî bike ku ji girêdanên etnîkî an Millî yên ku ji hêla rejîma berê ve hatine çandin derbas dibe, ku fêkiyên tal ên wan mixabin îro di civaka Sûriyeyê de diyar in.  Fîlmê nû yê Mano Khalil, “Kêlî”, mînakek û nîşaneyek e ku derhênerekî Kurd, bi mirovatiya xwe, bî rêzgirtina xwe her çîrok jêr giringe, netenê çîrokên Kurdî, lê ê Cîranên Kurda weke Tirk û ereba jî girîng in.

Scroll to Top