الإثنين, مارس 4, 2024
حقوق الإنسان

Rapora salane ya Nivîsgeha Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan di Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN» de ji bo sala 2023

Kêmbûna berçav ya binpêkirinan, gaveke girînge ji bo bilindkirina azadiya rojnamevaniyê

kurteya raporê
Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê di raporta xwe ya salane de derbarê rewşa azadî û binpêkirinên ku li dijî rojnamevanan li bakur û rojhilatê Sûriyê û navçeyên kurdî yên di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de tên kirin, got ku «kêmbûneke berçav di hejmara binpêkirinên ku li dijî rojnameger û saziyên ragihandinê de hatiye dîtin, eve ku li gorî salên berê ji bo xurtkirina azadiya ragihandinê gaveke girînge»
Ev encama girîng ji Nivîsgeha Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan di Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê ye, ku raporta xwe ji bo salekê derdixe li ser kiryarên ku ji hemî aliyên beşdar di şerê Sûriyê de li navçeyeke erdnîgarî ya diyarkirî li gorî nêrîna Toreyê û yasaya wîyî bingehîn, û rêbaza Toreyê di hoyên şopandin û belgekirinê de, ji bilî binpêkirinên berdewam yên dewleta Tirk ya dagîrker li ser çend bajarên Kurdan (Efrîn, Serêkaniyê/Ras El-Eyn, Girê Spî/Til Ebyed), piştgiriya wê ji bo komên çekdar yên têkildar, ku sal bi sal binpêkirinên wan nayên gunehbarkirin. Dibe ku bûyerên armanckirin û kuştina rojnamevanan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin belge dibin, armanckirina wan ya berdewam li ser binesazî û deverên sivîlan, ku rojnamevan bi gelemperî wan dişopînin, di encamê de ku ew buhayên giran didin ji bo pêkanîna pîşeya xwe û rola wan di eşkerekirina rastiyê de, tevî ku rojnamevan hin kiryarên ewlekariya pîşeyî di vê dawiyê de bi kartînin
Di raporê de di nava salekê de 10 binpêkirin hatin belgekirin, li dijî rojnameger û saziyên ragihandinê, 4 dozên girtinê, yek ji wan li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser, bûyera armanckirina tîmên ragihandinê ku ajotvanê Otomobîla tîma ragihandinê tê de hat kuştin, di heman armancê de rojnamegereke jin bi giranî birîndar bû; du rûdanên gefekirinên kûştinê û rûreşkirin, û rûdaneke dûrxistina ne rewa ji kar; Girtina yek dezgeheke ragihandinê bi girtina çar karmendên wê (rêveber û rojnamevan), ku Nivîsgeha Çavdêriyê di dîkomenta belgekirinê de nirxand ku tenê yek binpêkirine, ji ber negihîştina agahdariya rast di heyama şopandinê de ku du mehan dirêj kir, û ya duyemîn jî, ji ber vegotinên nakok. Toreyê herwiha di raportên xwe yên salane de, di çar salên bûrî de 51 rûdanên destdanîna ser mal û milkên rojnamevanan li deverên (Efrîn, Serê Kaniyê/Ras El-Eyn, Girê Spî/Til Ebyed û Til Temir) ji aliyê hêzên Tirkiyê ve û grûpên têkildar, hatine belge kirin, ku hîn ew binpêkirinên wan berdewam in
Nivîsgeha Çavdêrî û Belgekirina BelgekirinaRagihandina Azad, di vê rêyê de ji bo bilindkirina azadiya ragihandinê, azadiya raman û derbirînê li gorî yasa û pîvanên navnetewî û sanahîkirina gihandina agahiiyan ji hemî rojnamrvanan re ku vekirî be, bêyî ku alîgiriya kesekî li hember kesekî din, yan jî dezgehek ragihandinê li hember yek din»
Herwiha toreyê her sal bi rêya raportên xwe yên salane, çarenivîsa ne diyar ya hevkarê meyî rojnamevan Ferhad Hemo, peyamnêrê kenala Rûdawê, bû deh sal li ser hev, ku di 15.12.2014ê de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû revandin û rewşa wî bê çareye, tevî bangewaziyên malbata wî yên hevdem bi salvegera revandina wî re, û daxwaza eşkerekirina çarenivîsa windayiya bi zorê; û Toreyê hîn jî bi belgeyên xwe ve girêdayî ye ku binpêkirinan eşkere bike, yên lii dijî rojnamegerên li bajarên dagirkirî – û hê jî berdewam in – û yên ku ji bajarên wan hatine derxistin bi zorê, ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî wê, ku dest danîn ser mal û milkên wan, tevî mal û zeviyên çandiniyê, ku hejmara wan giha 50 bûyerên binpêkirinê, li gorî belgekirina Toreyê
Rapor herwiha hejmara hin rêxistinên navnetewî yên dost, bi taybetî «Peyamnêrên Bê Sînor», derbarê binpêkirinên li ser asta cîhanî, û herwiha li Sûriyê weke erdnîgariyeke yekgirtî pêşkêş dike, ku bi giştî binpêkirin li gorî rêxistinan bi xwe kêm bûye, û piştre ew bi deverên ku ji aliyê Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê ve tên çavdêrîkirin, armanca wê ewe ku jîngeheke berfirehtir ji azadiya rojnamevaniyê re misoger bike, û roleke erênî bilîze ji bo kêmkirina binpêkirinan, ne sînordarkirina wan, bi hevkarî ligel dezgehên ragihandinê yên serbixwe yên ku di herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de kar dikin, paşê jî saziyên ragihandinê û sendîkayên li wir dixebitin û bi awayekî serbixwe kar ji bo tevan dikin
Ji bo xwendina raportê tevî, fermokin vê lînkê bişopînin
Rapora salane ya Nivîsgeha Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan di Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN» de ji bo sala 2023
Li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bakur-rojhilatê Sûriyê, tundiya binpêkirinan kêm bûye

pêşkêş
Ji destpêka damezrandina xwe ve, Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN» tekez kiriye ku azadiya raman û derbirînê mafeke ku nayê sînordarkirin, û ev maf bingeh û xala destpêkê ya azadiya rojnamevaniyê ye, ji ber vê yekê jî nabe ku ev maf ji aliyê rêjeya binpêkirinên ku hatine kirin li gorî salên berê kêm dibe, her wekî di raporta salane ya ku di destê me de ye ji bo sala 2023an, ku çavdêrî û belgekirina binpêkirinên hin rojnamevan û dezgehên ragihandinê dike, ku kêm û zêde bûn li gor tundbûna aloziya Sûriyê û kontrolkirina bitir ji aliyekî û hêzekê li ser navçeyên berfireh, ji bilî derketina rêxistina terorîst ya DAIŞê û kontrolkirina wê li ser navçeyên berfireh li bakur û rojhilatê Sûriyê, heya sînorên Îraqê, û berdewamiya dagîrkirina Tirkiyê û komên çekdar li ser bajarên Kurdên Sûriyê û koçberkirina niştecihên wan, di nav wan de gelek rojnamevan jî hene, ku komên çekdar yên bi navê (Artêşa Niştimanî) dest danîn li ser mal û milkên wan, ku li hember peymanên navneteweyî bi awayekî eşkere rêz ji azadî û mafên mirovan re negirtin. Ev binpêkirin fersendek bû ku Rêveberiya Xweser bixebite, yan jî hewl bide ku di vê qonaxê de wêneyekî cûda ji «desthilatdarên demkî» yên mayî pêşkêş bike, û xebata dezgehên ragihandinê yên serbixwe yên her cure-nivîskî, elektronîkî, li ber çavan bigire, û hewil bidin ku sinorkirinên karê wan li gorî yasaya ragihandinê û rêziknameyên cîbicîkar yên wê sînordar dikin sivik bikin, tevî hin têbîniyan li ser hin xalên wê, ku pêwîstî bên guhertin li gorî rêgez û yasayên nû yên ku ji hêla rayedarên berpirsiyar ve hatine derxistin, bi awayekî ku azadî û serxwebûna ragihandinê, azadiya gihandina agahiyan, û azadiya yekîtî û rêxistina pîşeyî garantî bike; ji ber ku Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN» yek ji stûnên wê ye û yek ji rêxistinên sendîkayî yên yekem tê naskirin li herêmê
Rewşa nakokî li Sûriyê û Îraqê bûye xirabtirîn binpêkirin ku rojnamevan û pisporên ragihandinê rastî armanckirinê bûne, rojane di dirêjahiya salên şerê berdewam de, di nav de kuştin, girtin û revadin, ne bi qedexekirina kar û desteserkirinê û ev tişta ku di raporên demkî yên navneteweyî de jî hatiye piştrastkirin, bi sedan kes li herêmên şer û pevçûnan hatine kuştin, û ne veşartî ye ku gelek ji van kesan bi mebest bi guleyan rast hatine armanckirin, di encama kar û xebata xweyî ragihandinî de, û tevî pabendbûna hin rojnamevanan bi biryarên girêdayî ewlekariya pîşeyî, ku yek ji sedemên herî girîng bû li ser asta cîhanî bi giştî hejmar kêm dibin, lê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov, ku Toreyê di çarçoveya yek ji projeyên xwe de li pey hev belav dike, heta niha bi wê radeya ku ji aliyê hikûmetan ve tê hêvîkirin nehatiye cîbicîkirin, ku hiştiye cûrbecûr binpêkirin çêbibin, di nav wan de (kuştin, revandin, gefekirin, lêdan, qedexekirina kar, girtina bê bingeheke yasayî, armanckirina saziyên ragihandinê û herî dawî desteserkirina alavên ragihandina

? Çima belgekirin
Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê «SKJN», hertim raportên xwe yên salane li ser rewşa azadiyan li herêmên kurdî derdixe, çi qas be jî binpêkirinên ku tên kirin, bi awayekî serbixwe û bi awayekî pîşeyî, bêyî layen û bê zor û bê tirsê evê rastiyê weke heyî eşkere dike; li gel hebûna hemî aliyan nakok li vê herêma erdnîgarî li bakurê rojhilat û herêmên cuda yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bû sedema dijwariya erkê tîma çavdêrî û belgekirinê bitir kiriye, pêre jî destwerdana rasterast ya Tirkiyê li hin herêman û dagirkirina bajarên girîng yên kurdan (Efrîn, Serêkaniyê/Ras El-Eyn, Girê Spî/Til Ebyed) û berdewamiya operasyonên asmanî û bejayî yên artêşa Tirkiyê bi komên çekdar re, di heman demê de gelek binpêkirin li dijî rojnamevanan kirin, desteserkirina mal û milkên wan, ji bilî ziyanên mezin di nav sivîlan de, û van êrîşan, cudahî nexist navbera sivîl û leşkeran, û Rojnamevanan, wek salên bûrî, çi bi rêya firokeyên şer û çi bi rêya firokeyên bêfirokevan, ku îsal Otomobîla xebatkarên kanala «Jin TV» li ser rêya Qamişlo û Amûdê kirin armanc, ku bû sedema mirina şofêrê wê û birîndarbûna giran rojnamevanek ku li ser kar bû û raporek amade dikir ji bo kanalê. Ev hemû jî ji ber bêberpirsiyarî û bêdadekirinê pêk ne hatin. Ji ber vê yekê, parastina rojnamevanan û berevanîkirin û pêşxistina mafên wan, yek ji armancên sereke yên Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê ye, ji ber ku nepêbendî bi standardên navnewtewî yên parastina xebatkarên di warê ragihandinê de, xebatên rêxistinên ku wan diparêzin lawaz dike, û eve ku Nivîsgeha Belgekirin û Şopandina Binpêkirinan di Toreyê de bi şopandina binpêkirinên ku li herêmên kurdî diqewimin, û pêşkêşkirina rastî û belgeyan ji rêxistinên navnetewî û raya giştî re dike, ji bo guhertina siyaset, kiryar û reftarên ku binpêkirina hemû aliyan bihêztir dike, bi taybetî deverên ku endamên Toreyê û hevkarên wan yên ragihandinê lê ne, ku ji rêxistinên din yên mafên mirovan û ragihandinê re zore ku bigihîjin wan

Hejmara binpêkirinan di sala 2023an de li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk
Xebata belgeyî li ser binpêkirinên ku li Sûriyê yan li her cihekî cîhanê rû didin, yek ji girîngtirîn xebatên ku asta azadiya ragihandinê li ser tê avakirin, û ev rapor, ku heyama tevahiya sala 2023an li xwe digire û tê weşandin. Nivîsgeha Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan di Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê (SKJN) de, ev yek gelek caran eşkere dike û ji salên derbasbûna rastiya binpêkirinên li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku îsal gelek kêm bû, ji ber ku Nivîsgehê 10 binpêkirinên li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê bibelge kirin, di nav de 4 bûyerên girtinê, yek ji wan li derveyî çarçoveya herêmê bû, û yek kuştin ku ajokarê Otomobîla tîma ragihandinê hat kuştin, di çarçoveya heman armanckirinê de rojnamegerek jin bi giranî birîndar bû, 2 rûdawên gefekirin bi kuştinê û rûreşkirin, bûyerek ji kar dûrxistina ne yasayî û girtina dezgeheke ragihandinê pêre jî girtina çar karmendên wê (rêveber û rojnamevan), di mijara belgekirinê de, Nivîsgeha Çavdêriyê ew kir yek binpêkirin, ji ber ne bidestxistina agahiyên rast di dema şopandinê de ku du mehan dirêj kir, û ya duyemîn jî ji bo vegotinên nakok dît.Toreyê herwiha di raportên xwe yên salane de di çar salên borî de 50 rûdanên destdanîna ser mal û milkên rojnamevanan li deverên (Efrîn, Serê Kaniyê/Ras El-Eyn, Girê Spî/Til Ebyed û Til Temir) ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên çekdar yên têkildarên wê ve, belgeh kirine û hîn ew binpêkirinên berdewam in
Bûyerên tevlihev yên binpêkirinên li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ev in
Roja Yekşemê 26ê Sibata 2023an, komeke rûpoşkirî ku cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn, bi awayekî nayasayî hevkarê me Goran E,Baqî Ezem girtin, ew endamê Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê, ku yek ji endamên komîtên taybet yên Toreyê bû û endamê berê yê desteya cîbicîkirinê, dema ku ew di Dikana xwe ya li sûka sereke ya bajarê Qamişlo de bû, û bêyî ku sedeman diyar bikin ew birin cihekî nenas
Piştî 50 rojî ji binçavkirinê, bêyî ku bê sûcdarkirin yan jî bibin dadgehê, serbest hat berdan
Hevkar Fadel Mihemed bi awayekî neyasayî ji kar hat dûrxistin û giliyek fermî li dijî dezgeha ragihandinê tomar kir, piştî ku «rêveberiya dezgeha ragihandinê» peymana ku di navbera wan de hatibû îmzekirin, rakir û bêyî sedemek rast ew ji kar dûrxist. Hêjayî gotinê ye ku ewî vexwendinek ji bo karkirina wergirt, û têde tekez kiribûn ku jikaravêtina wî neyasayî ye, û ne girêdayî jêhatîbûn û ezmûna pîşeyî ye; Lê bi awayekî xerab hatiye. Hevkar navê saziya ragihandinê bi eşkereyî negot, da ku nebe rûreşkirina kesekî yan saziyekê ku berê karmendê wê bû
Grûpeke çekdar ya girêdayî asayişa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, roja sêşema 15ê Tebaxê 2023 rojnamevan Mihemed Zekî Hisên, ku di ragihandinê de bi navê «Berzan Leyanî» tê naskirin, li bajarokê Girkê Legê/El-Mabada li bakurê rojhilatê Sûriyê girt ,û ew birin cihekî nenas
Piştî 45 rojan di girtîgehê de ma ew serbest berdan, bêyî ku eşkere bikin ka biryara girtinê ji aliyê kê ve hatiye dayîn û sedemên girtinê çi ne?. Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekeme «Leyanî» hatiye girtin, lê ew berê çend caran hatibû girtin
Rojnameger Lamar Arkendî di Tebaxa 2023’an de, di nava çend rojan de li ser malperên ragihandina civakî, rastî êrîş û rûreşkirinê hat, û bi rêya peyamên taybet ku jê re hatin şandin, gefa kuştinê û serjêkirinê lê dihat xwarin, piştî ku lêpirsîneka rojnamegeriyê li ser Malpera «Alarabiya.net» bi sernavê: «El-Nusra (dewleta xwe) bi zorê dike… li Idlibê tevlîheva Jin-Mêr nabe, û zindan ji bo koleyên jin.» Hin dengên girêdayî (Heyet Tehrîr El-Şam }El-Nusra{) daxwaza girtina wê kirin, hem li Tirkiyê, hem jî li herêmên rikeberiyê li dijî wê derketin, û piştre jî wê li Idlibê bidarve bikin. Hin gefan jî ji kesayeta wêyî rojnamevanî derbas bûn, ku di nav wan de axaftinên kînê, navtêdanên tundûtûjiyê li dijî hin netewên taybet, û cudahiyê nekirin di navbera mafê azadiya raman û derbirînê de û peyamên tundrew
Roja Çarşemî 23ê Tebaxa 2023an, firokeyeke bêfirokevan ya artêşa Tirkiyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê li bakur û rojhilatê Sûriyê Otomobîleke Tîma rojnamevanên kanala «Jin TV» kir armanc, di encamê de şofêr/karmend: Nicmedîn Fêsel hatin kuştin
Roja Çarşemî 23ê Tebaxa 2023an, firokeyeke bêfirokevan ya artêşa Tirkiyê Otomobîleke rojnamevanên kenala «Jin TV» li ser rêya Qamişlo û Amûdê li bakur û rojhilatê Sûriyê kir armanc û di encamê de peyamnêra kanalê Delîla Egîd, ku bi giranî birîndar bû, êdî hat veguhestina beşê guhdana taybet li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo
Girtina rojnamevan Jîndar Ebdulqadir, di 23ê Îlona 2023an de, piştî ku ji aliyê asayişa xwecihî ya bajarê Qamişlo ve hatibû gazîkirin, ji bo lêkolînkirina derbarê mijarekê de, piştî desteserkirina alavên wî yên rojnamevaniyê; lê doza gazîkirinê hat dirêjkirin û 12 rojan di girtîgehê de ma, paşê hat berdan di 03/10/2023 de
Derbarê awayê girtina dezgeha nûçeyan ya «BAZ»ê û hejmara rojnamevanên ku di 27ê Tebaxa 2023an de li bajarê Hesekê hatin binçavkirin, agahî û raporên nakok hebûn, ji ber ku çavkaniyên nêzîk tenê navê rêvebirê kanalê Ehmed El-Ecûr eşkere kirin, di nava gunehbariyan de, ku me nekarîbû van agehiyan piştrast bikin, piştî şopandina bitir ji du meh yekî ji rêveberên dezgehê bo yekem car eşkere kir, ku di kiryara girtinê de: Rêveberê dezgehê Ehmed El-Ecûr, rojnamevan Melhem El-Maîşî û Nîdal Elîwî, û rêveberê Nivîsgeha dezgehê Fehd El-Taî, û hemî alavên dezgehê desteserkirin
Di dema ku ti daxuyaniyeke fermî, erênî yan neyînî, ji aliyê rayedarên pêwendîdar yên Rêveberiya Xweser ve nehat dayîn, weke bersiv li ser agahiyên ku rêveberê dezgehê pêşkêşî sazî û rêxistinên mafên mirovan yên ku berevaniyê di ber azadiya rojnamegeran de dikin
Asayîşa Herêma Kurdistana Iraqê roja 25ê Cotmeha 2023an rojnamevan Silêman Ehmed ku wek sernivîs di beşê Erebî yê dezgeha «Roj News»ê de kar dike, dema ku ji bakur û rojhilatê Sûriyê di derbasgeha Fiş-Xabûr re derbas dibû, hat girtin, piştî vegera wî ji serdana malbatê re li Helebê/Sûriyê
Li gor daxuyaniyeke Asayîşê/Ewlehiya Navxwe ya Parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistana Îraqê, sedemên girtina wî kiryarên «siyasî» ne, ku ewî bi awayekî neyasayî di xebitî, ne ji ber karê wî yê rojnamevanî ye, û wê bê guhestinî dadgehê li gor yasayê, û hêj ew girtiye
Di 26.12.2023an de hevkarê me Îvan Hasîb li ser hin rûpelên giştî û kesayetî rastî karekî rûreşiyê hat û bi dehên caran li ser rûpel û grûpên giştî hatin weşandin, û ev nivîsandinê kînî bi rengê gef û navtêdanan û bi tawanan hatin kirin li dijî wî, bêyî ti dîkoment û belgeyên ku rastiya wan gefan tekez bikin; Di dema ku «Hesîb» êrîşên Tirkiyê û armanckirina wê li ser herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, ji bilî bilindkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê yên girêdayî daxwazên welatiyan, û balkişand li ser dijwariyên aborî yên ku gelê herêmê tûşî wê dibe, ji ber ku hejmara şopînerên wî nêzî 150 hezar kes tê texmînkirin; hêjayî gotinê ye ku kiryara gefekirinê û rûreşkirinê ne ya yekeme ku derketiye holê, bitir ji carekê rastî gefkirinê bûye, ku piraniya wan ji aliyê kes û rûpelên layingerên Rêveberiya Xweser ve hatine kirin, li gorî naveroka wan rûpelan
UNESCOyê di daxuyaniyên sala 2022an de diyar kiribû, ku rêjeya bêgunehbarkirina sûcên li dijî rojnamegeran li cîhanê hê jî bi awayekî berçav bilinde û digihêje ji sedî 86an. Rêxistinê banga xwe nû kir, ku hemî pilanên pêwîst bigire da ku tawanên ku li dijî rojnamevanan hatine kirin bi rêkûpêk werin lêkolîn kirin, û ku sûcdarên wan bêne nasîn û dadekirin. Ji ber vê, Toreyê binpêkirinên li dijî hevkarên rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên ku bi darê zorê ji bajarên xwe hatine koçberkirin û mal û milkên wan hatine desteserkirin, berdewam dike û di vê doseyê de tu pêşketin di encama dadekirina dagîrker û Tirkiyê de çênebûye, bêdadekirin hişt ku ew tundûtûjî pêşdetir biçe, bi binpêkirina her kesî, di nav de hilweşandina binesaziyê

Li cîhanê jî kêm dibe
Ji aliyê xwe ve Rêxistina «Peyamnêrên Bê Sînor» raporta xwe ya salane li ser hejmara rojnamevanên girtî, kuştî, revandî û wenda li seranserê cîhanê di sala 2023an de belav kir, ku bi giştî 45 kes mirine, ku ev hejmara herî kême di nav rojnamegerên ragihandinê de, heya 1’ê Kanûna 2023’an de, tevî rewşa nexweş li Rojhilata Navîn. Hêjayî gotinê ye ku tedbîrên ewlehiyê yên ku saziyên ragihandinê pê re hatine di perwerdekirina nûçegihan û xebatkarên xwe, di gel peydakirina alavên parastina pêwîst û hişyarbûna wan, di kêmbûna hejmara miriyan de rolek girîng lîstiye. Rojnameger li deverên curbicur yên cîhanê dema ku karê xwe yê pîşeyî yan jî li gorî bingeha karê xwe dikin, wek ku tê dîtin, di sala 2023an de herî kêm 45 rojnamevan di karê xwe de hatine kuştin, lê ev hejmar par 61 rojnamevan bû. «Peyamnêrên Bê Sînor» dît ku ev kêmbûna gav bi gav di hejmara rojnamevanên ku di van pênc salên dawî de, dema ku karê xwe yê pîşeyî dikin hatine kuştin, dikare hinekî bi xurtkirina tedbîrên ewlehiyê di nav rojnamevanan de, ji bilî bidawîkirina qonaxên herî xwînî yên şerê çekdarî, yê ku li Îraq û Sûriyê dibû, ku nêzîkî 600 rojnamevan di dema şopandina bûyerên li ragihandinê di navbera salên 2003 û 2022an de hatin kuştin
Ji aliyê hejmarî ve, encama dawîn ya sala 2023an kuştina 45 rojnamevanan û berdewamiya girtina 521 rojnamevanan li deverên curbicur yên cîhanê, ji ber sedemên neyasayî û awerte yên girêdayî bi xwezaya kar û pîşeyê wan bû. Hejmara rojnamevanên revandî jî li seranserê cîhanê gihişte 54 an, hejmara kesên winda û bi zorê hatin windakirin gihişt 84. Ji aliyê rojnamevanî ve; di pîvanên «Peyamnêrên Bê Sînor» de çar celebên binpêkirinê (kuştin, girtin, revandin, kesên winda) yên serek ne, di heman demê de ku em hemî dozên ku tê de li gorî çavdêrî û belgekirin û rêbaza Toreyê kombikin, dibe ku hejmar bigihîje hezaran

Binpêkirinên li erdnîgariya Sûriyê bi giştî
Taybetmendiya sereke ya sala 2023an bi giştî kêmbûna rêjeya binpêkirinên li dijî rojnamevanan bû, çi li herêmên ku ji aliyê Toreyê«SKJN» ve tên şopandin, çi li ser asta cîhanê bi giştî li gorî rapor û daxuyaniyên «Peyamnêrên Bê Sînor», yan li asta Sûriyê bi giştî li ser bingeha raporên demkî yên Navenda Azadiyan, di Kombenda Rojnamevanên Sûriyê de, û li gorî dîtin û çavdêriya Toreyê li ser rewşa azadiyan, sedemên kêmbûna rêjeyan ji ber rawestandina tundiyê ye. Pevçûn û şerê di navbera aliyên şerker di şerê Sûriyê de, ji aliyekî ve, û kêmbûna kiryarên girtin û kuştina rojnamevanan di bin eşkenceyê de di zindan û navendên girtinê yên rêjîmê de ji aliyekî din ve, ji bilî pabendbûna pisporî bi tedbîrên ewlehiyê yên ku piraniya sendîkeyan û yekîtiyên ragihandinê li ser gelek welatên cîhanê yên ku pevçûnên çekdarî têde dibin, wek ku ji sala 2011an ve li ser xaka Sûriyê diqewime di navbera hêzên rêjîmê, komên rikeberiyê û rêxistinên radîkal de, ku yek ji sedemên sereke bû, ji bo pirbûna hejmara binpêkirinên di salên bûrî de, li gorî amarên Navenda Azadiyan ji bo îsal, 35 binpêkirin li Sûriyê hatine encamdan, di heman demê de rêjeya sala bûrî 54 binpêkirin bû, ku bi giştî hejmara binpêkirinên ku ji sala 2011an ve hatine belgekirin ji dema destpêkirina xwenîşandanên gelêrî yên aştiyane ku veguherî leşkerkirinê, bû 1511 binpêkirin, ev jimarek mezine ku Sûriye ji welatên herî bitir rojnamevan tê de hatine kuştin, li herêmên pevçûnên berê, di heman demê de ew nema di nav yên herî bilin de ji welatên metirsîdar di salên 2021-2022-2023 de, lê ev kêmbûn red nake ku eger em rojnamevanan kombikin, Sûriye di nav sê welatên metirsîdar de ku di rêza yekem de ne, heger em hejmara rojnamevanên ku di sê salên bûrî de hatine kuştin kom bikin, ji bilî hejmara rojnamevanên ku piştî girtina ji aliyê hêzên desthilatdara Sûriyê ve, yan jî piştî revandina wan ji aliyê DAIŞê ve hatin windakirin û hebûna wan di navendên wan de nehate pejirandin û ne ragihandin, hîn gelek malbat jî hêvî dikin ku ew sax bin tevî revandin û rûbirûbûna bi cureyên herî xirab yên îşkenceyê bi salane, 65% ji wan bi qestî û rasterast tên armanckirin û ji holê rakirin, bêyî ku tu guh bidin bang û rêxistinên navneteweyî yên ku azadiya ragihandinê diparêzin

?Em kî ne
Nivîsgeha Belgekirin û Şopandina Binpêkirinan girêdayî Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê ye «SKJN», ku çarçoveyeke birêkûpêk ya ragihandinê serbixwe ye. Armanca wê parastina azadiya ragihandinê li herêmên ku lê ye, bêyî cudahiya zayend, ol, nijad û cihê saziyên ku lê dixebitin an jî aliyê êrîşkar, di nav rêzên xwe de pisporên ragihandinê yên Kurdên Sûriyê û rojnamevanên pêkhateyên din li hundir û derveyî Sûriyê

Tore «SKJN» di 3/10/2012 de hate damezrandin û di destpêkê de bi navê «Yekîtiya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê» bû, piştî ku komek rojnamevanên kurd yên derçûyên zanîngehên ragihandinê ya Şamê biryar dan; Ji bo pêdiviya başkirina rastiya ragihandina kurdî û bi giştî li ser asta Sûriyê, û bi taybetî jî li ser asta herêmên Kurdî, bi awayekî bêalî û pîşeyî, dûrî her alîyekî siyasî, li ser biryara kongira çaremîn ya ku di 8ê Tebaxa 2020an de bi erêkirina piraniya endaman hat lidarxistin, navê «Yekîtî» hat guhertin û bû «Tore»; Toreyê di amadekirina Rapora salane ya Binpêkirinan, jêderên wê endamên ku li herêmên curbecur tên belavkirin, bi rêya pîvanên taybet li gor yasa û peyamên navnetewî yên girêdayî parastina rojnamegeran, ku ji aliyê hêzên cihên şer li Sûriyê tên kirin, û alî û hêzên din yên derveyî wê, û nûçeyên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên herêmî tên weşandin di dema binpêkirinan de, û navendên çavdêrîkirin û belgekirina binpêkirinan, piştî ku bi pisporî û hûrgulîn tên şopandin, û di rêya têkilyê bi kesên rastî bipêkirinê hatine

Desteserkirina mal û milkên rojnamegeran li bajarên dagirkirî
Yasa û raporên navneteweyî yên ku ji hêla rêxistinên Neteweyên Yekbûyî ve hatine weşandin piştrast dikin ku li gorî yasayên şer, li her devera cîhanê, qedexe dike talankirin yan desteserkirina milkên taybet, tevî mal û zeviyan, û heger bête kirin ew dibe «gunehbariyek cengî» di çarçoveya xwezayî ya herêmên şerê çekdarî de. Ji ber vê yekê, ew yasa tekez dike ku destûr nayê dayîn, ku şervan dest deynin ser mal û milkên kesayetî, di nav de yên ku bi behaneya penaberkirina malbatên xwe hatine bidestxistin. Yasayên şer jî wêrankirina mal û milkên ku ji aliyê pêwîstiyên ewlehî û leşkerî ve nayên rewakirin, qedexe dike, lê ew yasa li sê bajarên ku ji aliyê Tirkiyê û komên girêdayî wê ve hatine dagîrkirin, bi tevayî guh nedane garantîkirina mafên xwedanên wan malan, di nav de malbat û xizmên rojnamegeran jî
Ger em vegerin ser ravekirina prensîbên «Pinero» yên Neteweyên Yekbûyî û bikaraîna wan di doza bajarên dagîrkirî de, divê em berî her tiştî tekez bikin ku armanca meyî bingehîn ewe ku alîkariya aliyên têkildar, neteweyî û navneteweyî, ji bo çareserkirina yasa û teknîkî bikin, mijar girêdayî vegerandina milkên kesên ku bi awayekî nerewa yan neyasayî ji wan hatye standin. Biryarên van prensîban ji bo hemû penaber û kesên koçberbûye bi awayekî neyasayî û ji milkê xwe bêpar hatine hiştin, ji bilî rewşên ku di destpêkê de bûne sedema derketina wan ji deverên xwe yên berê. Ji ber vê yekê, her tiştê ku diqewime ysaya navneteweyî ya mafên mirovan, yasayên navneteweyî yên penaberan û yasayên mirovî yên navneteweyî binpê dike, û bi vî awayî rakirin, dagîrkirin, yan wêrankirina mal û milkên kesane û taybetên awareyan dikare bibe astengek zor li pêşiya vegera wan
Li gorî prensîbên ku penaber yan kesên bi zorê koçber bûne, bixwaze vegere cîhê xwe yê resen yan nexwaze, ev yek ji mafê wî yê vegerandina milkê wî û li wî cihî bêpar nahêle û li ser bingeha vî mafî ku li gorî wê tê parastin, li gor yasayên navnetewî. Nivîsgeha Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan di Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê de, bi belgekirina rewşên binpêkirinên ku di derbarê rojnamevanên li bajarên (Efrîn, Serêkaniyê/Ras El-Eyn, Girê Spî/Til Ebyad û Til Temir) wergirtine. Tirkiyê binpêkirina erkên yasayî dike û bi «derew» di civîn û kongirên navnetewî yên girêdayî Sûriyê de, xwe nîşan dike wek pabend bi yasayên navnetewî. Rastiya wê diyare di bombebarana rojane ya li ser van deveran û gundewarên wan herêman, ji bilî zordarî û binpêkirineke ku dibe sedema kuştina sivîlan. Ti saziyeke navneteweyî bi berpirsyariya xwe ya yasayî ji bo dadekirina gunehbaran ne rabûye û ev jî bûye sedem ku gunehbar (Tirkiyê û Çete) neyên dadekirin û jê birevin
Li gorî raporên salane yên toreyê yên salên 2019, 2020 û 2021ê, 50 rûdanên desteserkirina mal û milkên rojnamevanan bi vî awayî hatine tomarkirin: li herêma Efrînê 20, Serê Kaniyê/Ras El-Eyn 28 bûyer û Girê Spî/Til Ebyed bûyerek û yek jî li til Temir, ku li ser malbatên çekdaran û hin malbatên Îraqî hatin belavkirin, û wek her sal em diyar dikin ku hin navên ku bi darê zorê hatine koçberkirin hene, ji ber tirsa jiyana wan ji komên çekdar nehatine nivîsandin, û ji bo rê li ber şopandina wan ji aliyê Tirkiyê ve were girtin, û hin ji wan kesên ku koçber bûne mal û milkên wan hatine desteserkirin, û ji bo parastina milkên wayî mayî me nenivîsandine
Taybetmendiyên ku li bajarê Serê Kaniyê/Ras El-Ayn hatine desteserkirin evin
1- Firqeya Sultan Mûrad, ku beşeke ji (Artêşa Niştimanî) ye, roja 17ê Cotmeha 2019an dest danî ser mala malbata rojnamevan Şêrîn Mihemed Elî Şakir li bajarê Serê Kaniyê û kirin baregeheke leşkerî
2- Mala rojnamevan Serdar Mele Derwîş Rêveberê Giştî yê Tora Nûçeyan ya «Aso»
3- Mala rojnamevan Muhyeddîn Îso ku bi gelek malperên herêmî, erebî û navneteweyî re dixebitî, mala wî bi amadebûna waliyê tirk yê Rihayê veguherî dibistana ezberkirina Qur’ana Pîroz
4- Mala wênekêş Rodî Seîd, wênekêşê dezgeha nûçeyan ya «Reuters»ê
5-Mala rojnamevan Ebdulhelîm Silêman Ebdulhelîm, peyamnêrê beşa erebî ya rojnameya «The Independent» û pêşkêşkarê bernameya Radyoya «Arta»
6- Mala rojnamevan Orhan Kemal, peyamnêrê malpera «Êzdîna»
7- Mala rojnamevan Ala El-Rûbaî, peyamnêra Tora Nûçeyan ya «Aso» û sernivîskarê dezgeha «Taa Merbûta»
8- Mala rojnamevan Ezedîn Salih, ku berê wek peyamnêra Radyoya «Arta» kar dikir
9- Mala wênekêşê kenala «Kurdistan 24» Heysem Hecî ku rastî gef û zorê hat
10- Mala rojnamevan Hesen Ebdullah ku wek peyamnêrê kanala «KNN» kar dikir, piştî wê yekê bi zorê penaberî Herêma Kurdistana Îraqê bû, piştî ku hemû mal û milkên xwe ji dest da, û çekdaran dest danîn ser hemû tiştên malbata wî û beşek jî şewitandin, ku niha jî bi awayekî demkî li bajarê Qamişlo dimîne
11- Mala rojnamevan Husên Zeydo, peyamnêrê berê yê «KNN» û «North Press», ku ew jî bi neçarî koçberî Herêma Kurdistana Îraqê bû, piştî ku komên çekdar dest danîn ser hemû milkên wî
12- Mala rojnamevan Hîşam Erefat ku li gel gelek dezgehên ragihandinê yên navnetewî wek hemehegê nûçeyan kar dike, ji bilî karê wî wek sernivîskarê nûçeyan bi zimanê Îngilîzî di malpera kanala «Kurdistan 24»ê de
13- Mala rojnamevan Şiyar Mihemed, li Serê Kaniyê/Ras El-Eyn, peyamnêrê kanala «Zagros» li bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Îraqê
14- Mala rojnamevan Selman Mano, peyamnêrê Tora Nûçeyan ya «Aso»
15- Mala rojnamevan Alan Osman, li Serê Kaniyê/Ras El-Eyn, ku di gelek dezgehên herêmî û navneteweyî de kar dikir
16- Mala Rojnamevan Lîloz Hekkarî, li Serêkaniyê/Ras al-Eyn, pêşkêşvana bernameya Radyoya «WaşûKanî»
17- Mala malbata rojnamevan Şêra Osê, pêşkêşvana radyoya «VON FM» û peyamnêra berê ya «Rojava TV»
18- Mala rojnamevan Şêrîn Noman, peyamnêra berê ya radyoya «ARTA FM»
19- Mala Sîpan Mûsa peyamnêra «ARTA FM»
20- Mala rojnamevan Nûrî Xelîl peyamnêrê beşa werzîşê ya radyoya «ARTA FM»
21- Mala rojnamevan Rodî Eyo, radyoya «ARTA FM»
22- Mala wênegir Yûsef Birro
23- Mala wênegir û sînemager Azad Evdikî
24- Mala wênegir Şêx Hemo
25- Mala rojnamevan Silêman El-Tewîl, peyamnêrê kanala «Ronahî» li Serê Kaniyê/Ras El-Eyn
26- Mala wênegir Diyar Mi’io
27- Komên Sûrî yên ser bi Enqerê ve dest danî ser milkên piraniya karmendên Radyoya «Waşûkanî»
28- Çeteyên (Artêşa Netewî) dest danîn ser mala hevkarê me Ridwan Reşîd Osman «Ridwan Bêzar» û mala malbata wî ya li bajarê Girê Spî, tevî maleke din ya wan li gundê «Sûsk»ê, û kirin baregeheke leşkerî, rojnamevan Ridwan Bêzar wek peyamnêr bo kenala «Kurdistan 24» kar dikir, berî niha ji ber karê wî yê rojnamevaniyê çendîn gefên kuştin û serjêkirinê xwaribûn
29- Di 10.10.2019an de li gundê El-Dawidiyê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê/Ras El-Eyn, ku hatiye dagirkirin mala hevkarê me Selman Selman, endamê Toreya Rojnamegerên Kurdên Sûriyê hate desteserkirin, malbata wî bi darê zorê ji aliyê komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirkiyê ve hatin koçberkirin
30- Çekdarên rikeberiyê yên ser bi Tirkiyê ve, dest danî ser mala rojnamevan Idrîs Ebdullah, ku di ragihandinê de bi navê «Dilyar Cizîrî» dihat naskirin, li gundê Reşîdiya yê ser bi bajarokê Til Temrê ve, ku ji aliyê birêveberî ve girêdayî bajarokê Til Temrê ye; Belê, ne tenê dest danîn ser mala wî, pêre jî dest danîn ser erdê çandiniyê yê wan, ku 50 donim tê texmînkirin, li gel Bîr û hemû pêdiviyên wê

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê di bin gefa girtin û kuştinê de ji aliyê komên (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) ku bajarê Efrînê dagîr kirine, ji van hevkarên jêrîn

Nûçegihanê berê yê kanala asmanî ya «Kurdistan 24» û radyoya «Rozana», rojnamevan Mihemed Bello ji ber gefên komên çekdar û desteserkirina mala wî li Efrînê bi darê zorê ji cih û warên wî hat koçkirin û heta niha jî gefên kûştinê ji aliyê Tirkiyê tê xwarin ji rûpelên turkî hîn berdewame

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Cîhad Ebdo, nûçegihanê dezgeha Nûçeyan ya «Hawar»ê, ji Efrînê, ji ber ku jiyana wî ketiye metirsiyê de.

Piştî gefên komên çekdar, veguhestina bi zorê ya rojnamevan Roj Mûsa, nûçegihanê dezgeha Nûçeyan ya «Hawar»ê berdewame

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Newroz Reşo, peyamnêra «Dengê Amerîka» û peyamnêra kanala «Al-Hurra» ya Emerîkî, piştî gefxwarinê

Berdewam koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Ehmed Qutmê, peyamnêrê berê yê dezgeha «Smart», bo Kurdistana Îraqê, ji ber gefên grûpên sûrî yên ser bi Enqerê ve

Berdewamiya veguhestina bi zorê ya rojnamevan Ehmed Şefîe Bîlal ku li gel dezgeha nûçeyan ya Rûsî kar dikir

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Nûrhat Hesen, peyamnêrê dezgeha Nûçeyan ya «Hawar»ê

Berdewamiya koçkirina bi zorê ya rojnamevan Sîdo Îbo, peyamnêrê dezgeha Nûçeyan ya «Hawar»ê

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Mizgîn Gursîhe, peyamnêra kanala «Ronahî» û desteserkirina mala wê li bajarê Efrînê

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Cafer Çavo, peyamnêrê dezgeha Nûçeyan ya «Hawar»ê û desteserkirina mala wî ji aliyê hin nişteciyan ve

Berdewamiya koçkirina bi zorê ya rojnamevan Tîrast Cûdî, peyamnêrê dezgeha «Hawar»ê û desteserkirina mala wî ji aliyê çekdaran ve

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Mûzir Şêxo, peyamnêrê berê yê kanala «Ronahî», û desteserkirina mala wî ji aliyê çekdaran ve

Berdewamiya koçkirina bi zorê ya rojnamevan Memo Hesen ku berê di rojnameya «Ronahî» de dixebitî

Berdewamiya koçkirina bi zorê ya rojnamevan Selah Îbo ku berê di rojnameya «Ronahî» de kar dikir

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Jiyan Hacî ku berê di dezgeha «Hawar»ê de kar dikir û niha di Toreya ragihandinî ya «Rûdaw»ê de ye

Berdewamiya koçkirina bi zorê ya rojnamevan Idrîs Henan ku di rojnameya «Ronahî» de dixebite

Berdewamiya koçkirina bi zorê ya rojnamevan Hesen Tehsîn Nasir ku berê di rojnameya «Ronahî» de dixebitî

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya wênegir Zekeriya Şêxo ku wek wênekêş di kanala «Ronahî» de kar dike

Berdewamiya koçkirina bi zorê ya rojnamevan Şerîf Mihemed ku berê di kanala «Ronahî» de dixebitî

Berdewamiya koçkirina bi darê zorê ya rojnamevan Hesen Qoşo ku bi «Rojava TV» re kar dikir

Domahîk
Armanca Peymana Navnetewî ji bo Ewlehî û Serxwebûna Rojnamegeran û Pisporên din yên ragihandinê ye, parastin û dabînkirina ewlehiya rojnamevan û pisporên din yên ragihandinê di demên aştiyê de û di dema şerên çekdarî de, û parastina jiyana wan ji bo pêkanîna pîşeya wan, bi serbestî û serbixwe di jîngeheke piştgirî de, bêyî ku rastî astengî, tirsandin, yan êrîş li ser wan bibin. Ji ber vê yekê wan hemûyan li gor benda 19ê ya Peymana Navnetewî ya Mafên Sivîl û Siyasî, pabendbûna xwe bi parastina azadiya raman û derbirînê ji bo hemûyan piştrast kir û ev maf mercekî bingehîne ji bo pêşketin û geşepêdana civakeke demokratîk. Yasa û rêzgirtin ji mafên mirovan re û pêzanîn ku xebata ragihandineke azad, serbixwe û bêalî yek ji bingehên sereke ye yê civakek demokratîk. Di bendên xwe de, herwiha tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina asteke bitir parastinî ji bo hemû xebatkarên ragihandinê û jêderên rojnamevanî kir, û dabînkirina wê yekê ku ewlekariya niştimanî, tevî şerê li dijî terorîzmê, weke behaneyek ji bo sînordarkirina azadiya raman û derbirînê neyê bikaranîn, bibe wek mehne yan bi zorê. Peywira li gor mafên mirovî ya navneteweyî, ku di biryara Encûmena Ewlekariyê 1738 (2006) û biryara Encûmena Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 27/5 ya 25ê Îlona 2014an de li ser ewlehiya rojnamevanan, û berçavgirtina rojnamevan û pisporên ragihandinê yên ku peywirên rojnamevanî yên metirssîdar li deveran pêk tînin, careke din piştrast kir, di şerê çekdarî de ew wek sivîl tên nasîn, û divêt rêz li wan bê girtin û wan bi parêzin. Di heman demê de pêzanînek taybet li ser metirsiyên ku rojnamevanên jin û pisporên ragihandinê di karê xwe de rû bi rû dibînin, nemaze dema ku ji deverên nakok radigihînin, û tekezî li ser giringiya pejirandina nêzîkatiyek hestiyar ya zayendî di berçavgirtina tedbîrên ji bo çareserkirina ewlehiya rojnamevanan de. Her tim li Peymana Cenêvê ya 12ê Tebaxa 1949an, û Protokolên bitir yên 8ê Hezîrana 1977an, bi taybetî xala 79ê ya Yekemîn Protokola pêre ya têkildarî parastina rojnamevanên ku karên rojnamevanî yên metirssîdar li herêmên şerê çekdarî dikin, li ber çavan wergirin
Hemû tiştên ku li jor hatin bibîranîn, jêderên girîngin ji bendên Peymana Navneteweyî ya Ewlehî û serxwebûna rojnamegeran û pisporên din yên ragihandinê, ji ber vê yekê, lêkolîna bandora van yasayan li ser parastina rojnamevan û pisporên ragihandinê di şerên navneteweyî – û ne navnetewî- pir girîngin, ji ber ku rewşa rojnamegeran di dema şerê çekdarî de gelek bi dûmane tevî xuyayiya wan bendeyên yasayî. Ji ber vê yekê Komîserê bilind yê mafên mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk got: «Rewşa bêgunehbarkirina êrîşên li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê nayê qebûlkirin», tekez dike ku alavên ragihandinê wek komîtên çavdêrin ji bo tevahiya binpêkirinan û zû hişyariyê didin, «ji ber vê yekê ye ku rojnamevan bi gelemperî dibin armanca gefê, zor û heya kuştinê. Ji ber ku karê wan pir girînge ji bo piştgirtina mafên mirovan bo me hemûyan», lewra pêwiste ku em di dawiya raporê de pêşniyar bikin ku kursên ewlehiya pîşeyî ji rojnamevanan re bi awayek pratîkî li dar bixin, ango em xwe sînordar nekin bi aliyê gotinê tenê, di komxebatên sendîka û saziyên ragihandinê de, ku mixabin piraniya wan gotinin, herwiha pêwîste her tim di dema şopandina nûçeyên ragihandinî de hişyar bin û xwe nêzîkê wan cihên nakokiyên rasterast nekin, ji ber ku çiqasî dibe bila bibe, agahdarî û xweparastin girînge, di dawiyê de giringiya nûçeyê ji ewlehiya rojnamevan ne girîngtire; û ev pêşniyar me vedigerîne ser pêwîstiya nebaweriyê bi amûrên parastina rojnamegeriyê, û pêbendbûna bi yasayên ku wî diparêzin û jiyana wî diparêzin, ku bingehek ji bo bihêzkirina azadiya ragihandinê, ya ku dibe bingeha Rojnamegerek azad di rêya çavdêriya xwebixwe di alava xweyî ragihandinî de, yan jî di dema bi karanîna ragihandina civakî ya keseyetî de; Û di dawiyê de, em tekezî li ser pêşniyara kevin-nû û dûbare dikin her carekê ji ber giringiya wê, girêdayî avakirina komîteyek ku tê de nûnerên yekîtî û kombendên rojnamevanî û nûnerên saziyên ragihandinê yên sereke û civaka sivîl, di nav de, wekî «LOBIYEK» serbixwe, di çarçoveya merc û kontrolên ku aliyên beşdar li ser lihevkirine, ji bo pêkanîna erkên xwe û pêşniyarên ku jê re hatine spartin bi awayekî serbixwe û bêyî zora ti aliyekî, da ku kiryara «Vepirsîna Rojnamevanan» bike, derbarê her guneh/şaşîtiyên «gumankirî» de ji sinc û rewiştên pîşeya rojnamevaniyê re, di serî de ji pisporên vê komîtê re tê hiştin, dûrî her rêgezek derveyî çarçoweya ragihandinê û dezgehên din yên ewlehiyê, û ji bo bihêzkirina rêziknameya rojnamevaniyê ya sincên (EXLAQ) pîşeya rojnamevaniyê

Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê
Nivîsgeha Çavdêrî û Belgekirina Binpêkirinan Qamişlo, 12 Çile 2024