Ziyanên bê sûd

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Di destpêka sedsala bîstan de û piştî dabeşkirina yekem a xaknîgariya welatê Kurdan (Kurdistanê) di navbera Împeratoriya Osmanî û Sefewiyan de, li dawiya şerê Çaldiranê û li gorî Peymana Qesra Şîrînê ya sala 1639an de, carek din jî xaka Kurdistanê li gorî Peymana Sayks–Pîko ya Îngilîzî û Fransî di sala 1916an de, di navbera çar welatan de (Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê) hat dabeşkirin.

Bi vî awayî, Brîtanya û Fransa, li gorî berjewendiyên xwe, van welatan xaka Kurdistanê û gelê wê bi çar welatan ve girêdan, da ku xaka Kurdistanê û doza Kurdî li Rojhilata Navîn bibin çavkaniyeke nakokî û aloziyê, û her wiha aramî û aştî li wan deveran dirust nebe. Ev hemû tişt ji bo vê yekê bû ku ew welat (Brîtanya û Fransa) bi hêsanî projeyên xwe li wan deveran bicîh bikin, bê ku xwe rasterast têxin nav aloziyê, şer û nakokiyên ku wan afirandine, da ku armanc û daxwazên xwe bi dest bixin, bê ku hemwelatiyên xwe bikujin an jî êş û azarê bi wan re bînin.

Lê bawer bikin ku van welatan ên xaka Kurdistanê dagîr kirine, bi rêya Brîtanya û Fransayê, zirarên mezin ên mirovî û aborî bi welat û gelên xwe kirine. Ji ber vê dagîrkirinê ne aramî û ne jî pêşveçûn li wan welatan bi temamî çêbûye; belkî bi hemû ew ziyanên ku salane ji bo dagîrkirinê bi wan têne kirin re, her çar welatan hê jî hewl nedane ku doza Kurdî çareser bikin. Di encama vê rewşê de bi hezaran kes hatine kuştin, gund û bajar hatine wêrankirin, û her domandina dagîrkirinê rewş aloztir, kambaxetir û krîzên van welatan jî zêdetir kiriye.

Lewra divê ev welatên dagîrker li xwe vegerin û rêyekê ji bo çareserkirina vê dagîrkirinê bibînin, ya ku zirareke mezin bi wan re dike. Divê ew xefika ku Îngilîz û Fransiyan çêkiribû û bi erêkirina her çar welatên dagîrker hate pejirandin, û ew pilana qirêj a ku bû sedema nearamiyê li Rojhilata Navîn, bi dawî bikin.

Her wiha, divê welatên dagîrker rewş û encamên ku di dirêjahiya ewqas salan de ji ber dagîrkirina Kurdistanê derketine, bi baldarî binirxînin û fêm bikin ku çiqas ziyanên canî û aborî bi wan hatine kirin.

Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku rêgezek rast û bi rêkûpêk ji xwe re çêbikin, ji ber ku rewşa welatên wan ne aramî, ne aştî û ne jî pêşketin dîtine. Ev jî bi şertê ku pirsgirêkên xwe bi rêz û dadmendî çareser bikin, û bi taybetî pirsa bingehîn a gelê Kurd û doza wî ya rewa. Çimkî heke doza Kurdî çareserî ji bo wê neyê dîtin, wê tu carî aramî li Rojhilata Navîn peyda nebe, û bi taybetî li her çar welatên ku Kurdistan dagîr kirine.

15/1/2026

Scroll to Top