Ger bidûmahya!

تكبير الصورة

Sherzad Zeynelabidin 

Ger bi dûmahiya jîna min bît, bibît rizgar welatê min
Bila her ev şeve bimrim, vemirhîtin çirayê min
Hilon bixemlînin tabotê, çêken wê ji dar hinara min
Tê bialînin kesk û sor zer, belkî pê bihêt hedara min
Belê ditirsim nehêt ew roj, hizar sala paş mergê min
Lew me ji çava xwîna dizêtin, agir ber bûye cergê min
Lê bo rêkek hinde pîroz, divêt şengistek bo mala min
Pirr mûkim bît ji kevrên aza, bibît guldan bo gula min
Me divên pale û hostayên jîr, da binikrînin dîwarê min
Hem dilsoz û mêr û çeleng, da ava bîtin warê min
Paşî dê şêm ji dil helmêjim, bêhna memkên (Şilêra) min!!
Dê rewşen bin erd û asman, mizgîn dê gehte (Stêra) min

مساحة إعلانية

تصميم وتطوير مواقع احترافية

نطور موقعك الإلكتروني بأعلى كفاءة، مع استشارات ممتازة لاختيار أفضل استضافة لعملك.


اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top