Meger carek

تكبير الصورة
Sherzad Zeynelabidin
Meger carek di xewnêda , li ruxsarê te bim mêhvan
Bihêt bayê berê spêda , bi xêr hatî li ser çehvan
Dizanim ez ji te dûrim , te nabînim evê carê
Xendqyê behreka kûrim, girêdayê zulfa yarê
Girêdayê zulf û xalan , berdam çolay har û dînim
Li hozana kiriye talan , navê wê jî neşêm bînim
Belkî carek rehmê bikey , bîmarê xwe bikey derman
Vê pencerê bo min vekey , li dilê sêwî bibî semyan
Lê dizanim her wekî min , bi şevê heyve li te mêhvan
Silavek ji te geheşte min , lew bişkurîn erd û esman
Buhar xunav gul tuyî, pawîz û befr û dirk ezim
Şemal û mom û roj toyî , tarî û doman û şev ezim
Tu yî şlêra li nav tevriya, wez kewê bê sebr û hedar
Tu yî rewşa tev bêriya , wez şivanê dil birîndar
Di bêjin ev sal Bihar nahêt , kew na xwînin li der geliya
Xema dilî qed danahêt , terg dê barît li dol û çiya
Bo şeva min tu yî çira , taristanê pê di
şeqînim
Ger tu nebay da bêm çira , ez dijîm û an dimînim

مساحة إعلانية

تصميم وتطوير مواقع احترافية

نطور موقعك الإلكتروني بأعلى كفاءة، مع استشارات ممتازة لاختيار أفضل استضافة لعملك.

اكتشاف المزيد من Kurd Online

اشترك للحصول على أحدث التدوينات المرسلة إلى بريدك الإلكتروني.

× Zoomed Image
Scroll to Top