Mislim Şêx Hesen – Kobanî
Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc û baş ji yên nebaş were veqetandin û hilbijartin; her wiha pêwîst e ku ew dab û kevneşopiyên qenc werin parastin û di berjewendiyên civakê de were bikaranîn.
Civaka Sûriyeyê ji gelek neteweyên cûda pêk tê؛ Ereb, Kurd, Suryan û hwd. Ev cihêrengî dewlemendiyeke mezin e ji bo Sûriyeyê, bi şertê ku bê ferq û cêdahî, di nav hevde, li dûr ji nakokî û nejadperetiyê bijîn. Ev jî xwe dike bingehên avakirina welatekî şaristanî û pêşketî.
Divê li vir mirov binivîse ku gelê Kurd wek pêkhatayeke resen li Sûriyeyê dijî û li ser xaka xwe di gund û bajarên wê belav bûye. Her weha, kurdan rolek mezin bo rêzgarkirina Sûriyeyê kirine û ji roja ku Sûriya ji bin destên dagîrkeran rêzgar bû, Kurdan bê dudilî hemû erkên xwe yên niştimanî bi cih anîne û li hemû alan, ligel pêkhateyên din, bervanî bo Sûriyeyê kirine.
مقالات قد تهمك
Bêguman, gelê Kurd piştî damezirandina dewleta Sûriyeyê erkên xwe yên niştimanî bi temamî bi cih anî. Bi hezaran law û keçên xwe ji bo parastin û avakirina Sûriyeyê qurban kir. Ev rastî di dîrokê de ji bo hemû kesên pêwendîdar diyar û naskirî ye.
Lê mixabin, çanda daba nankoriyê li cem hin hevparên gelê Kurd li Sûriyeyê diyar dibe. Ew ked, xebat û bervaniya ku gelê Kurd ji bo rêzgarkirin û damezirandina Sûriyeyê kirine, neberçav digirin û îngar dikin.
Ji ber vê yekê pirs ev e: çima hevparên gelê Kurd di welêt de, û bi taybetî hin pêkhateyên Ereb, nankorî nîşan didin û ked û cefayê gelê Kurd îngar dikin ?
Heke ev zihniyet neyê guhertin, tu zemînek rast ji bo pêşeroja Sûriyeyê peyda nabe. Ji ber vê yekê, berî her tiştî divê seman, ked û bervaniya hemû pêkhateyên ku ji bo Sûriyeyê hatine kirin werin naskirin û pejirandin, da ku welatê Sûriyeyê bi awayekî dirist ji vê tengêjê were rêzgarkirin.
Nankorî tu carî nikare xizmetê pêşeroja Sûriyeyê bike. Di vê qunaxa herî hestyar a ku Sûriya tê de derbas dibe, pêwîst e ku hemû pêkhateyên civakê dest bi dest bin, da ku Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û li ser bingeha hevjiyana hemû pêkhateyan were avakirin.
3 / 1 / 2025
الآراء الواردة في المقالات لا تعكس بالضرورة رأي صحيفة كورد أونلاين
رابط مختصر للمقالة: https://kurd-online.com/?p=81891



