Şêrkoh Mihemed
Ez axa ku tiştek ji zarokên xwe nedaye paş, çiya û deştên xwe ji wan re vekiriye, bi ava xwe ew av dana, bi genimê xwe ew xwedî kirina, navên wan di nav kevirên xwe de parastiye,
û zimanê wan di nav newal û çiyayan de sax hiştiye.
Lê ez hîn jî li bendê me…
Ne li benda kesê ku navê min di helbestekê de binivîse,
ne li benda kesê ku sînorên min li ser kaxezê xêz bike,
ne li benda kesê ku ala min demekê bilind bike û bidemira wê qat bike.
Ez li benda wê rojê me
ku ez bibim welatek ku tê avakirin,
û dewletek ku bimîne li serxwe.
Ma çi ji min kêm bû, ax ji min kêm bû, dema çiyayên min bîranîna sed salan hilgirtine.
Ma av ji min kêm bû, dema Dîcle û Firat û çemên wan di damarên min de diherikin.
Ma deşt, gund û bajar ji min kêm bûn, an gel ji min kêm bû, dema zarokên min hîn jî ziman, nav û bîranîna min hilgirin.
Êşa min ne ew bû ku ez bêax bûm.
Êşa min ew bû , ku ax li benda vîna ku wê bike yek, gel li benda armancekê ku wê bide hev,
û xewn ewqas dirêj bû ku hin zarokên min dest pê kirin bawer bikin bi rastiya min
ku ne xewn ne belê mafe.
Xwedê mirovan kir Gel û Eşîr û Malbat û got:
﴿وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا﴾ Hucurat: 13
Û cûdabûna zimanan jî kir ji nîşanên xwe:
﴿وَمِنْ آيَاتِهِ… وَاخْتِلَافُ أَلْسِنَتِكُمْ وَأَلْوَانِكُمْ﴾ Rûm: 22
Çima ez ji navê xwe şerm bikim, Çima ez zimanê xwe veşêrim, Çima tiştê ku ji bo yên din maf e, dema rola min tê, dibê xewnek jibo min.
Ez gel im ,Axeke min heye, Zimanekî min heye, Bîranînek min heye, Û mafê min heye
ku pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikim.
Ez ji sînorên we kevintir im. Ez ne zaroka nexşeya duh me. Çîroka min wê rojê dest pê nekir ku kesên din li dora maseyan rûniştin û ax min parçe û dabeş kirin. Berî sînoran ez li vir bûm. Berî têlan ez li vir bûm. Berî ku navê bajaran û al biguherin, ez li vir bûm.
Di bîranîna min de Kawayê Hesinkar heye, ne tenê wek navê çîrokekê, belê wek agirê ku dibêje: Zordarî dawî dibe. Çiya dikare demeke dirêj bêdeng bimîne, lê dengê xwe ê gavên ji bîr nake, di koka bîranîna min de Zagros, Agirî, Qendîl, Cûdî, Şingal, Gabar, Herekol, Sîpan, Nemrûd, Munzur, Azmer, Karox, Kurdax (Efrîn), Kizwan, Tendûrek …. hana .Ez hêza xwezayê li ser vê axê me, ez kilîta parastina wê me; ji rizgariya Nûh heya pêxemberiya Zerdaşt, ji Rustemê Zal heya Qazî Mihemed, ji Helebçeyê heya dayikbûna Peyva Welat, ez Maf im, heke maf hebe; zicîra çiya û deştên min kelehên min in, ku min li hember dijminan diparêzin. Di rûpelên dîrokê de mîrektî û malbatên Kurd derketin û çûn: Gutî û Kardûxî, Hesenweyhî, Merwanî û Şedadî, Botan , Soran û Baban, Behdînan û Erdelan. Navê min di nav serdeman re derbas bû, dîrok bû nişan û şahidê axeke ku bîra xwe winda nekir .
Û ji malbateke Kurd derket , Selahedîn Yûsif kurê Eyûb; kurê mala Eyûbiyan ,malbateke bi kokên Kurdî, ku navê wî bû yek ji navên herî navdar ên sedsala diwanzdehan.
Armanc ne ew e, ku em ser navê wî razên. Armanc ew e ku em ji xwe bipirsin: Ger mirovek ji vî gelî sed sal berê karîbû hêzeke siyasî ava bike û pîvana serdema xwe biguherîne, çima em îro xwe qane dikin, ku avakirina saziyên me û pêşeroja me ji hêza me mezintir e.
Di zimanê min de Ehmedê Xanê rabû. Wî bi Mem û Zîn tenê çîroka evînê nehişt. Di nav wê evînê de gazinda gel perçe-perçe jî hişt. Û pirsa ku hîn jî li ber me ye, Kengî êş dibe hişyarî, Kengî hişyarî dibe yekîtî, û kengî yekîtî dibe welat.
Di bîranîna min de Şerefxanê Bedlîsî heye, û Şerefname ya wî, ku nav û dîroka mîrektî û malbatên Kurd parast, da ku jibîrkirin rojekê nikaribe bêje, Hûn li vir nebûn. Împaratorî derbas bûn. Text ketin. Ala guherîn. Nexşe ji nû ve hatin xêzkirin. Lê çiya ma. Nav ma. Bîranîn ma. Ji agirê Kawa, heya Mehabadê, ji gotinên Xanê, heya stranên çiyayan… Her car ku gotin: Çîrok qediya, rûpelek nû vebû. Her car ku agir li çiyayekî vemirî, çiyayekî din ronahî da. Her car ku dîrokê guman kir ez bûme rabirdû, zarokek ji nav kevirên min rabû û navê min ji nû ve got… Kurdistan.
Lê ez dîrokê tenê naxwazim, ku tenê li ser were girîn. Ez bav û kalên mezin naxwazim, ku neviyên wan tenê rûniştibin û serkeftinên wan bijmêrin. Lewra rabirdûyek ku pêşerojê ava neke, her çiqas mezin be jî, di dawiyê de dibe tenê bîranîn.
Navê min di peymanan de jî hat nivîsandin, Kurdistan ramana ku îro çê ne bûye. Di sala 1920 de, di Peymana Sèvresê de, beşek bi navê “Kurdistan” hebû. Di madeyên 62 heya 64 de mijara herêmên Kurdî, rêveberiya xweser û, bi şertên diyarkirî, rêyek ber bi serxwebûnê ve hatibû nivîsandin. Zêdetirî sed sal derbas bûn. Cîhan guherî. Dewlet hatin damezrandin. Dewlet hilweşiyan. Hin welat parçe bûn. Hin dîsa bûn yek. Û ez hîn li bendê mam. Ma çend sed salên din divên da ku zarokên min liberkavên û fêrbibin; Dîrok welat nadê wî, ku tenê li bendê bimîne.
Li vir gazinda min dest pê dike
Gazinda min ne ji ber wê ye, ku zarokên min ji min hez nekirin. Wan gelek ji min hez kir.
Ji min re nivîsandin, stran gotin, Ala min bilind kirin, Wêneyê min hilgirtin, Navê çiya, gund û bajarên min parastin. Lê evîn bi tenê dewlet ava nake.
Welat ne pêdivî bi hêsireke din e; pêdivî bi ramaneke mezintir e. Ne pêdivî bi dirûşmeke din e; pêdivî bi saziyek din e.Ne pêdivî bi nakokiyeke din e; pêdivî bi wê vînê ye, ku bizane tiştê zarokên vê axê dike yek ji tiştê ku partî û kesan ji hev vediqetîne mezintir e. Azadî ne rawestan e. Ne bes e mirov bizane ew kî ye. Divê ew bi kirinên xwe bibe ew kesê ku dixwaze bibe. Û Qur’an dibêje:
﴿إِنَّ اللَّهَ لَا يُغَيِّرُ مَا بِقَوْمٍ حَتَّىٰ يُغَيِّرُوا مَا بِأَنفُسِهِمْ﴾ Re’d: 11
Ji ber vê yekê, li benda kesên din nemînin ku min ava bikin. Min bi zanînê ava bikin. Bi hişyarî biparêzin. Bi aboriyê xurt bikin. Bi sazî û rêxistinê bihêz bikin. Bi çandê zimanê min sax bihêlin. Bi yasayê mafên min biparêzin. Û bi parastina rewa, ax û mirovên min biparêzin.
Dewlet wê rojê dest pê nake, ku sînor li ser nexşeyê têne xêzkirin. Dewlet wê rojê dest pê dike ku welat ji partiyê mezintir, ji serokî mayîndetir, û pêşeroj ji kursî û berjewendiyê hêjatir bibe.
Bila zarokê Qamişlo mezin bibe û bizane ku kêfxweşiya zarokê Hewlêrê kêfxweşiya wî ye.
Birîna zarokê Efrînê birîna wî ye. Silêmanî ji dilê wî dûr nebe. Amed û Mehabad tenê du nav li pişt sînoran nebin. Sînor dikarin axê parçe bikin, lê divê nikaribin bîranînê parçe bikin.
Yekîtî ne ew e ku em hemû wek hev bifikirin. Yekîtî ew e ku em cuda bifikirin lê li ser welatî cuda nebin. Ramanên me dikarin cuda bin, lê armanc yek bin. Riyên me dikarin cuda bin, lê mal yek be. Ev yekîtî ye ku berî nexşeyê tê; yekîtiya dil, çarenûsê û armancê.
Ez Kurdistan im… Ez Dayik im
Ez Kurdistan im. Ez tenê ne çiya me. Ne tenê çem im. Ne tenê al û beyreq im. Ne tenê sînor im.
Ez Dayik im. Dayikek naxwaze zarokên wê bibin agir û bişewtin bu ew saxe be. Ew dixwaz be, da ku zarokê wê bijîn. Ez we ji bo mirinê naxwazim. Ez we ji bo jiyanê dixwazim.
Ez zanayê di cihê lêkolînê de dixwazim. Mamosteyê zimanê di dibistanê te dixwazim. Karkerê ku bajarê xwe ava dike dixwazim. Cotkarê ku axa xwe diparêze dixwazim. Nivîskarê ku bîranîna xwe diparêze dixwazim. Siyasetmedarê ku welat ji kursiya xwe mezintir dibîne dixwazim. Û mirovek dixwazim ku maf, rûmet û axa xwe biparêze.
Têkoşîna ji bo min,ne têkoşîna ji bo perçeyek axê ye. Ew têkoşîna ji bo zarokekî ye, ku li ser axa xwe ji dayik bibe û li ser heman axê wek xerîb mezin nebe. Ji bo dayikekê ye ku zarokên xwe li ber deriyê xerîbiyê birê neke. Ji bo ciwanekî ye, ku koç nebe tenê xewna wî ya azadiyê. Ji bo zimanekî ye
ku ji bo jiyînê destûr nexwaze. Ji bo gel bikarî be li çiyayên xwe binêre û bêje:
Ez Kurd im.
Ev Kurdistan e.
Welatê min e.
Mala min e.
Ev axa me ye.
Ev vîna me ye.
Û li vir em ê pêşeroja xwe ava bikin.
Şêrkoh Mihemed
Almeniya 16.08.2026






