Mislim Şêx Hesen
Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar û nefretî li dijî gelê Kurd û zimanê wî dimeşin.
Lêbelê, ev siyasetên tundûtûj û bê sînor li dijî yek ji kevintirîn zimanên Rojhilata Navîn nikarin tu carî xizmeta gelên herêmê bikin. Ji ber vê yekê, pêwîst û girîng e ku dewletên ku Kurdistan parçekirî û dagîr kirine, siyaseta xwe ya li dijî gelê Kurd û zimanê wî ji nû ve binirxînin, dev ji siyaseta kîn û tundiyê berdin, û rûpelekî nû di têkiliyên xwe de bi gelê Kurd re vekin. Herwiha, divê mafên neteweyî û zimanî yên Kurdan bi awayekî fermî û azad were nas kirin, û mercên têkiliyên aram û baş bi gelê Kurd re bên avakirin.
Di dirêjahiya van salan de, van dewletan ji siyaseta dijminahiyê li dijî gelê Kurd û zimanê wî tu sûd û qazancek rastîn nebiriye. Berevajî vê yekê, ev siyaset bûye sedema gelek pirsgirêkên siyasî, civakî û ewlehiyê, û herwiha bûye çavkaniya nearamî û windahiyên mezin di herêmê de.
Bi rastî, pirrengîya ziman û çandan di nav welatan de dewlemendî û hêzeke civakî ye, ne metirsî. Gava mirov dîroka welatên pirneteweyî û pirziman dixwîne, diyar dibe ku ew welat ji hêla çand, folklor û şaristaniyê ve gelek dewlemend in. Ji ber ku pirzimanî û pirçandî, di gelek civakan de, bûne bingehê pêşketinê, hevjiyanî û aramiya civakî.
Di vî warî de, gelek nimûneyên cîhanî hene ku pirzimanî wekî nirxek neteweyî tê qebûlkirin. Wekî Papua Gîneya Nû ku bêhtirî 840 zimanên fermî û herêmî tê de hene, Endonezya ku nêzîkî 710 ziman tê de hene, Nîjerya ku b 540 ziman tê de hene, û Hindistan ku 461 zimanên zindî û hezaran zarava û şêweyên axaftinê di nav xwe de digire. Li Hindistanê, li gorî destûra welêt, 22 ziman wekî zimanên fermî tên nas kirin. Hemû van ziman û çandan, ligel hev, di çarçoveya yekîtiya neteweyî de bi awayekî aştiyane dijîn.
Herwiha, li gelek welatên din ên cîhanê jî pirrengî û pirzimanî wekî hêzeke neteweyî, çavkaniya dewlemendiya çandî û serişteyek ji bo pêşketina civakan têne dîtin.
Ji ber vê yekê, şert û berjewendiya herî baş ji bo van dewletên ku Kurdistan dagîr kirine ew e ku mafên gelê Kurd nas bikin û zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî bipêjirînin. Çimkî encamên siyaseta înkar, asîmîlasyon û dagîrkirinê, ji bo hemû aliyan, bûne sedema ziyanên mezin û dirêjdem, û herwiha rê li ber avakirina civakeke aştiyane û demokratîk girtine.
15 / 5 / 2026
الآراء الواردة في المقالات لا تعكس بالضرورة رأي صحيفة كورد أونلاين
رابط مختصر للمقالة: https://kurd-online.com/?p=87401
مقالات قد تهمك









