Cejn û sersal

تكبير الصورة
Sherzad Zeynelabidin 
Cejn û ser sal bêy te  disarin , nê wan nînin qed çi tam
Rojeka sar tu ji min dûr bûy , her wê rojê wez nemam
Ka pisyarke ji şînwara, wan solînên li ber çemî
Hêşta reşpoş û dinalin , bi tazîne ew hemî
Deşta Hewlêrê li biharê , çi xweş gerdiş cennete
Bi gorîbim naza yarê , bêy wê gerdon meynete
Ew rêka axa lê borî , bo min hecc û ke’beye
Ger ew roj noke bêtve,  dê bim çarde we’deye
Nêrgiza şehla û mest bû , ew çav kala deng nerim
Şûrê serê min didest bû , ew periya dil gerim
Ji nav mij û moran û xewna , carekê ser helbirre
Ahekê bo min virêke,  hêj dilê min yêb gurre
Hêj dilê jar bê semyane ,  bê kilîl û mifteye
Çend hezar sal jî biborin , çak bizane bo teye.
Sherzad Zeynelabidin
Dîwana : Ji Kûrahiya Xemên Bêdeng

مساحة إعلانية

تصميم وتطوير مواقع احترافية

نطور موقعك الإلكتروني بأعلى كفاءة، مع استشارات ممتازة لاختيار أفضل استضافة لعملك.
× Zoomed Image
Scroll to Top